Sine: Îranê kolberekî Seqizî kuşt

Kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Ehmedî ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hat kuştin.

03.05.2024, Cum - 09:56

Sine: Îranê kolberekî Seqizî kuşt
Nuçe Belav bike

Kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Ehmedî ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan Hêmin Ehmedî 45 salî, zewicî ye û keçeke wî ya 8 salî heye.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê doh li ser sînorê bajarê Seqizê, hêzên sînorî yên Îranê gule li karwaneke kolberan reşandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê da zanîn ku kolberê bi navê Hêmin Ehmedî ji ber gulebarana hêzên sînorî yên Îranê canê xwe ji dest daye.

Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir ku Hêmin Ehmedî ji gundê Karêzê yê Seqizê ye.

Li aliyê din Mafê Mirovan a Hengawê jî li ser bûyerê ragihand:

“Hêmin Ehmedî ji metreyekê bi keleşnîkofê ji dil û zikê xwe hatiye gulebarankirin.”

Di meha Nîsanê de herî kêm 4 kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin û 33 kolber jî hatin birîndarkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 820 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:41:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x