Teyrebazên Zagrosê: Me êrîşê leşkerên Îranê kir

Rêxistina çekdar a kurdên Îranê Teyrebazên Zagrosê diyar kir ku wan li bajarê Banê yê girêdayî Eyaleta Kurdistan a Îranê êrîş birin ser hêzên ewlehî yên Îranê.

11.01.2017, Çar - 10:49

Teyrebazên Zagrosê: Me êrîşê leşkerên Îranê kir
Nuçe Belav bike

Rêxistina çekdar a kurdên Îranê Teyrebazên Zagrosê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan di 7'ê Rêbendana 2017'an de li bajarê Banê yê girêdayî Eyaleta Kurdistan a Îranê li taxa Salih Awayê bi bombeyên destan êrîş birine ser hêzên ewlehî yên Îranê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan heta niha di derbarê hejmara mirî û birîndarên wê êrîşê de tu zanyarî bidest nexistine.

Teyrebazên Zagrosê got, "Em ê ji bo parastin û ewlehiya gelê Kurdistanê li ser hemû axa Kurdistanê çalakiyên xwe yên bi vî awayî berdewam bikin û em ê tu êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bêbersiv nehêlin."

Teyrebazên Zagrosê rêxistineke çekdar a kurdên Îranê ye û li bajarên Eyaleta Kurdistan a Îranê û bajarên din ên kurdan ên li Îranê li dijî leşker û hêzên ewlehî yên Îranê çalakiyên çekdarî lidar dixin.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Tevgera Erebî ya Rizgarîxwazên Ehwazê jî, ku li Îranê li Eyaleta El Ehwazê ya Ereban li dijî rêveberiya Îranê şer dikin, daxuyand ku wan li navçeya El Xeyzaniye ya girêdayî bajarê Ehwazê êrîş birine ser pasdarên Îranê.

Tevgerê li ser malpera xwe ragihand ku endamên wan êrîş birine ser komeke lpasdarên Îranê yên girêdayî ‘Hêza Lojîstîk a Weliyê Esr'. Her wiha Tevgera Erebî diyar kir ku vê koma pasdaran di heman demê de ji bo rêûresma sersaxî ya ji bo cenazeyê Serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Refsencanî amadekarî dikirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x