Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 11 kes hatine darvekirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê raporek belav kiriye ku ji meha yekem a havînê heta niha 54 welatî û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û 11 kes hatine darvekirin.

24.07.2023, Pts - 11:22

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 11 kes hatine darvekirin
Nuçe Belav bike

Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li Pawe û Baneyê 8 kolber bi teqeya hêzên Îranê birîndar bûne û kolberek jî hatiye kuştin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê dibêje ku di mehekê de 11 welatiyên Kurd li girtîgehên bajarên Kerec, Kirmaşan, Urmiye, Nexede û Hemedanê hatine darvekirin.

Di raporê de her wiha hate ragihandin 2 welatiyên Kurd ên ku hatibûn girtin, bi îşkenceyê canê xwe ji dest dane.

Li gor raporê di heman mehê de 6 karker li ser kar canê xwe ji dest daye û 2 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve ji ber sedemên namûsê hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:21:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x