Urmıye – 4 otomobîl li hev qelibîn: 7 mirî, 9 birîndar

Li ser rêya Urmiye-Mêrgeverê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 otomobîl li hev qelibîn.

11.11.2023, Cts - 06:55

Urmıye – 4 otomobîl li hev qelibîn: 7 mirî, 9 birîndar
Nuçe Belav bike

Di encama qezayê de 7 kesan canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Urmiye- Mêrgeverê, nêzîkî gundê Rajanê ya parêzgeha Urmiyeyê 4 otomobîl li hev qelibîn.

Polîsên trafîkê yên Urmiyeyê heta niha li ser bûyerê agahiyên zêdetir belav nekirine.

Cîgirê Fermandariya Polîsên Çûnûhatinê yê Urmiyeyê Riza Penahî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Riza Penahî ragihand ku li parêzgehê ji destpêka îsal ve qezayên trafîkê ji sedî 20 zêde bûne.

Riza Penahî herwiha eşkere kir ku ji Newrozê ve, 371 kesî di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:25:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x