Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di heftiya pêncem de ye

Duh bi şev jî 14.10.2022yê xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîma îslamî ya Îranê berdewam kirin û piştevaniya ji bo wan xwepêşandanan jî zêdetir dibe.

15.10.2022, Cts - 10:43

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di heftiya pêncem de ye
Nuçe Belav bike

Gruba Ciwanên Taxên Tehranê û Şûraya Taxên Bokan û Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Seqiz û piraniya encûmen, grub û rêxistinên xwe birêxistin kirina bajaran bi belav kirina beyanname û agahdariyan ve daxwaz ji xelkê kirine îro 15.10.2022yê demjimêr 12:00ê li ser şeqaman kom bibin.

Şeva borî li Sine, Bokan, Seqiz, Meşhed, Şîraz, Yezd, Tewrêz û piraniya bajarên mezin û biçûk ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi awayê daxistina şeqam û rê û bazar û şewitandina lastîkên otomobîlan ve li ser şeqaman kombûn û dirûşim li dijî rejîma Îranê avêtin.

Piştî ku li Xuzistanê bangevaziya kombûna xelkê hat belav kirin li wê deverê jî înternet hat qutkirin.

Ji aliyê din ve Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama di goteyekî de ragehand, hikûmeta sala 2009ê xelet kir ku piştevaniya şoreşa kesk a Îranê nekir û dibêje: Li her cîheke çirûskekî hêviya xelkê ya ji bo azadiyê hebe divê em piştevaniyê lê bikin.

Serokê naha yê Amerîkayê Joe Biden jî ragehand: ‘’Ez bi salane li qada siyasî de heme û naha ew pêla ku naha li Îranê rabûye ez şok kirim û ez bawer nakim ev pêla rabûna gel a naha wisa bi asanî bi dawî bibe.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x