Yekemîn daxuyaniya ji Amerîkayê derbarê êrîşên îro yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê

merîkayê derbarê êrîşên mûşekî yên îro yên Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koye û Zirguwêzê bertek nîşan da.

14.11.2022, Pts - 08:52

Yekemîn daxuyaniya ji Amerîkayê derbarê êrîşên îro yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Samuel Werberg têkildarî êrîşên îro yên ser baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navîçeya Koyê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê ji Rûdawê re ragihand, "Amerîka bi tundî êrîşên bi vî awayî şermezar dike."

Îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve bi mûşek û dronan hatin armanckirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihandiye, di êrîşa ser Koyê de kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.

Derbarê zirarên êrîşa li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşanê de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x