Berpirsekî YNK (Yekîtî Niştimanî Kurdistan)ê ragihand ku teqînên şeva borî ya bajarê Kuyê diyariya Îranê ye ji bo Kurdan.
Endamê firkasiyona YNKê di encûmena nûnerên Iraqê de li ser Facebooka xwe de balav kiriye ku bûyera şeva borî, diyariya Îranê bû, ji bo Kurdan bi wê carnama mafê mirovan ku hevdem duh hate ragehandin.
Endamêm PDK-Rojhilatê (PDK-İ - HDK) ragihandibûn ku Gumana me li ser Îranê ye ji ber ku di salên borî de jî bi aşkere Îranê gef li me dikirin
Şeva borî demjimêr 10 şevê du teqîn li ber deriyê bargeha PDK-Rojhilatê li bajarê Kuyê qewimiya û di encam de 5 pêşmerge û karmendeke asayîşa Kuyê jî şehîd bûn.