130 hunermendan jibo referandûmê sirûd amade kirin

130 hunermendên Kurdistanê, ji bo piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, sirûdek nû amade kirin. Toma Medyaya Rûdawê jî sposoriya wan dike.

22.08.2017, Sal - 09:19

130 hunermendan jibo referandûmê sirûd amade kirin
Nuçe Belav bike

Referandûm a Başûrê Kurdistanê, beriya hemû kesan, hunermendên Kurd anî cem hev. Hunermendên Kurd bi cil û bergên neteweyî, li ser dike, bi deng, awaz û amêrên xwe, ji bo referandûmê sirûdek xwendin û bi dengekî ji gotin “ji giştpirsiyê re erê”.

Maestroyê Koma Hunermendan Çeto Newroz got: “Ev 3 meh in ez mijûlî vî karî me. Me îro karî em deng tomar bikin. Emê klîba wê jî amade bikin û belav bikin. Ji bo vî karî westiyaneke mezin pêwîst e, ez dubare spasiya hemû hunermendan dikim, ku palpiştê me bûn.”

Navê sirûdê “Ji bo Referandûmê Erê” ye. Hunermend Goran Salih û Perwaz Husên sirûdê pêşkeş dikin. Ew dixwazin bi rêya mûzîk û stranan, dengên “erê” yên ji bo giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê misoger bikin.

Serpereştê projeyê Ehmed Salar jî diyar kir: “Biryara giştprisyê gelê kurd xiste ser rasterêyekê. Wate du rê û pir rê paş de man. Herweke destana trajediya yûnanî, dema gihişte ser rasterêyekê, di vê rê de stûyê wî jî bişkaya, serfirazî hebû. Azadbûna can tê de bû.”

Di hemû şoreş û tekoşînên Kurdistanê de, hunermendên kurd deng, awaz û amêrên xwe yên mûzîkê kiriye çeka berevaniyê û handana gel ji bo azadî û serxwebûnê.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1791 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x