16. Festîvala Tirî û Hinguv li Duhokê dest pê kir; “Hinguv û sêvên Kurdistanê tên hinardekirin”

16. Festîvala Tirî û Hinguv li Dihokê bi beşdariya bi dehan cotkaran dest pê kir. Cotkar kêfxweş in daxwaz dikin ku festîvalên wiha berdewam bikin. Parêzgarê Duhokê jî dibêje: “Hinguvê Kurdistanê dê di demek nêzîk de were hinardekirin.”

20.09.2023, Çar - 11:08

16. Festîvala Tirî û Hinguv li Duhokê dest pê kir; “Hinguv û sêvên Kurdistanê tên hinardekirin”
Nuçe Belav bike

16. Festîvala Tirî û Hingivun îro danê sibê li Family Mall a Duhokê dest pê kir û heta demjimêr 19:00ê êvarî berdewam dibe; 40 cotkar berhemên xwe tê de nîşan bidin.

Di festîvalê de, çend cureyên hinguvê herêmî û zêdetirî 50 cureyên tirî ji aliyê cotkarên parêzgeha Duhokê ve di festîvalê de tên pêşandan. Di heman demê de berhemên ku wan têne hilberandin, wek mêwij, sîrke, şerbet û duşav jî tên pêşandan.

Husên Elî ku yek ji cotkarên beşdarî festîvalê bûye ji K24ê re got: “Îro min di festîvalê de 10 cureyên tirî pêşan dabe, li gel her cure tirî, min mêwijê, duşav û şerbeta wê jî nîşan daye.”

“Hinardekirina sêvên Kurdistanê di qonaxa dawî de ye”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Duhokê û Serperiştyarê Festîvalê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand, “Armanca festîvalê ew e ku berhemên cotkarên Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê bên pêşandan û bazarkirin. Bi rêya festîvalê cotkarên Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê dê hevdu nas bikin û zanyariyan bidin hev. Em her sal cotkarên parêzgehên din vedixwînin festîvalê.”

Got jî: “Li parêzgeha Duhokê salane zêdetirî 125 cureyên tirî tên berhemanîn, dibe ku hemû berhemên wan pir baş nebin, lê zêdetirî 50 cureyên tirî xwedî bereke gelek baş in û bi dehan ton ji wan bi kalîteya pir baş têne berhemanîn.”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Duhokê da zanîn jî, wan kargehek bo pîşesazîkirina hemû cureyên tîrî li wê parêzgehê ava kirine û alavên wê jî hatine dabînkirin, tenê maye were vekirin. Herwiha got: Cotkarên me dê sûdeke mezin ji kargehê wergirin û em armanc dikin ku berhemên wan li bazaran bifroşin.”

Da zanîn: “Tiriyê Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê rojane bo başûr û naverasta Iraqê tê şandin û bihayê wê jî li gorî salên borî baştir e. Niha em kar bo hinardekirina hinguv û sêvên Kurdistanê bo derve dikin û dikarim bêjim hinardekirina sêvên Kurdistanê di qonaxa dawî de ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 893 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:21:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x