Arîn Fîl Îbiş zarokên Efrînê fêrê mûzîkê dike

Keça Çiyayê Kurmêncê Arîn Fîl Îbiş, muzîkjeneke bajarokê Şerra yê ser bi Herêma Efrînê ye û li wê derê dijî û zarokên Efrînê fêrî muzîkê dike.

14.05.2023, Paz - 06:48

Arîn Fîl Îbiş zarokên Efrînê fêrê mûzîkê dike
Nuçe Belav bike

Ji berî heft salan ve, Arîn Fîl Îbiş dest bi fêrbûn û jenîna mûzîkê kiriye û grûpeke wê ya hunerî heye.

Bi alîkariya Grûpa Efrîn Live, dîmen û behreyên wan ciwanan gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, ku deng û rengên wan ciwanên Efrînê nîşan didin.

Mûzîkjena ji bajarokê Şerra yê ser bi Efrînê Arîn Fîl Îbiş dibêje: “Navê min Arîn Fîl Îbiş e, ez ji gundê Şerra me, temenê min 19 salî ye, berî niha bi 7 salan ez fêrî mûzîkê bûm, û berî niha bi 2 salan ez fêrî stiranan bûm. Ez çûme cem mamoste Idrîs Mistefa min heta 7 mehan korsên noteyan birin. Piştre ez çûme cem mamoste Hennan Bavê Şêrko, min korsên bihîstinê het mehekê birin. Piştre hin bi hin ez di sazkirina tenbûrê de pêş ketim. Bi berdewambûna min û bi piştgiriya malbat, heval û mamosteyên min.”

Weke çawa mamosteyên Arîn hene, wiha jî şagirtên wê hene û wan fêrkirin dide, lê amûrên mûzîkê li cem wan kêm in, ku ji ber wê sedemê nikarin weke pêwîst, bernameyên xwe cîbicî bikin.

Ji bajarokê Şerra yê ser bi Efrînê Êvrist Dodex jî dibêje: “Navê min Êvrist Dodex e, ez ji gundê Şerra me, temenê min 14 sal e, ez hatim cem mamoste Arîn fêrî mûzîkê bûm. Xewna min ew e ku ez di mûzîkê de jîr bibim."

Behredarên ku li ser destê Arîn fêr dibin, kêfxweşiya xwe derdibirrin.

Şagirtê Arîn ji Efrînê Feyo Ehmed Feyo Kazim jî got: “Navê min Feyo Ehmed Feyo ye, ji Efrînê me, xewna min e ez weke mamoste Mistefa Bekir û mamoste Arîn bim. Ez bi mamoste Arîn re derketim."

Rengvedana xweşî û ciwaniya siruşta Efrînê di şêwaz, deng û mûzîka Arîn û hevalên wê de diyar e û her ew bi hêviyên mezin, di fêrbûn û pêşketina xwe de, berdewam dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x