Aynur Dogan li Enqerê konsêrtek saz kir

Hunermenda Kurd Aynur Dogan a ku Şaredariya Derînce ya parêzgeha Kocaeliyê konserta wê betal kiribû, li Enqerê konserek saz kir.

23.05.2022, Pts - 08:19

Aynur Dogan li Enqerê konsêrtek saz kir
Nuçe Belav bike

Hunermenda Kurd Aynur Dogan a ku Şaredariya Derînce ya parêzgeha Kocaeliyê konserta wê betal kiribû, li Enqerê konserek saz kir.

Hunermend Aynur Dogan, piştî Îzmîrê li Enqerê jî derket ser dikê û konsêrtek saz kir.

Konsêrt şeva Yekşembê 22ê Gulana 2022an li Zanîngeha Teknînî ya Rojhilata Navîn a Enqerê (ODTU) hat sazkirin.

Aynur Dogan di destpêka konsêrtê de orkestraya xwe ya ku ji hunermendên ji netewên cuda pêk tê da naskirin û paşê got: "Em dikarin bi hev re bisekinin, em dikarin bi hev re sitranan bibêjin."

Serokê Komeleya Xwendekarên ODTUyê Bakî Arslan diyar kir ku ew wek komele çalakiyên cidî lidar dixin û got, “Îsal jî hunermendên mezin dê bên. Em dixwazin bibin navenda ciwan, çand û hunerê. Konserên Amfiteatroya Vişnelik Grass bûye nirxek markeya Enqerê. Em dixwazin nirxa vê markeyê zêde bikin û Komeleya Xwendekarên ODTU bikin navenda bala hemû çalakiyên hunerî yên li Enqerê.”

Aynur Dogan di berdewamiya konsertên xwe de, şeva Yekşembê 22ê Gulanê li Tesîsên ODTU Vişnelikê sitranên xwe ji beşdaran re got.

Pêştir şaredariya navçeya Derînce ya parêzgeha Kocaeliyê bi hinceta ku ne guncaw e, konsêrta roja 17ê Gulanê ya Aynur Dogan a li wê navçeyê hilweşandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x