Belgefilma ‘Veşartina Sedam’ li Festîvala Dihokê hat nîşandan

Belgefilma dirêj a derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê 'Veşartina Sedam' li Festîvala Filman a Dihokê hat nîşandan.

12.12.2023, Sal - 19:39

Belgefilma ‘Veşartina Sedam’ li Festîvala Dihokê hat nîşandan
Nuçe Belav bike

Veşartina Sedam li Îraq û Herêma Kurdistanê cara ewil li Dihokê hat nîşandan.

Xelkê eleqeyeke zêde nîşanî belfefilmê da û bilêt beriya nîşandana belfefilmê qediyan.

Wezîrê Karên Dervê yê Îraqê jî li Dihokê li belgefilmê temaşe kir.

Derhênerê film li ser xaliya sor hat pêşwazîkirin û sînemahezan eleqeyeke mezin nîşanî derhêner Helkewt Mistefa da.

“Veşartina Sedam” behsa çîroka Ela Namîq dike ku wî sala 2003yan 235 rojan Serokê berê yê Îraqê Sedam Husên li cem xwe veşartiye.

Dema ku Ela Namîq Sedam vedişart bi hezaran leşkerên Amerîkayê lê digeriyan da ku hikimraniya wî bi dawî bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê yek ji hevbeşên sereke yên belfefilmê ye, herwiha mafê wê heye ku belgefilmê li Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan bide.

Derhênerê belgefilmê Helkewt Mistefa li Norwecê dijî û ew 10 salan li ser belgefilmê xebitî.

Helkewt Mistefa, ji Tora Medyayî Rûdawê wiha behsa armanca belgefilmê kir:

“Armanca belgefilmê ew e çîroka rast a wê çalê bigihîne cîhanê ku Sedam tê de hat dîtin.

Tenê kesek dikare wê çîroke bibêje, ew jî ew e ku çal ji Sedam re kolaye.”

Li aliyê din, Helkewt Mistefa sala 2016an bi filma sînemayê ya bi navê “Klasîko” li seranserê cîhanê navdar bû.

Klasîko li zêdetir ji 56 welatan hat nîşandan û gelek xelatên navdewletî wergirtin.

Belgefilma Veşartina Sedam, 13ê Çiriya Paşînê li Festîvala Belgefilman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) hat nîşandan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x