Berga şeşem a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd derket

Berhema şeşem a rêze pirtûkên (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) ku ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi navê (Kurdistan û Iraqa Nû) hatiye nivîsandin, derket.

14.08.2023, Pts - 05:41

Berga şeşem a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd derket
Nuçe Belav bike

Pirtûka (Kurdistan û Iraqa Nû) ji du beşan û 1234 rûpelan pêk tê û tê de behsa bûyerên salên ji 2003an û heta 2016an dike.

Serok Barzanî di pêşgotina pirtûka xwe de nivîsiye: Rûxandina rejîmê, derfet li ber gelên Iraqê vekir ku bikarin ji xeletiyên dehsalên derbasbûyî yên rejîman, Îraqeke nû ava bikin ku tê de her kes di nava aramiyê de bijî û maf û erkên xwe nas bike.

Wek ku Serok Barzanî di pêşgotina pirtûka xwe de nivîsiye: Ji sala 2003an û heta 2016an, jiyana siyasî, saziyên dewletê û rewşa gelên Iraqê rastî guhertinên kûr û berçav hatin.

Tê de amaje bi bûyer, pêşhat û biryarên Serok Barzanî tê kirin ku di navbera salên 2003 û 2016ê de, rola Serok Barzanî tê de hebû yan jî ew şahidê pêşkeftin û guhertinan bû. Di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje: “Pirtûka ku li ber destê xwendevanan e, berhema yadeşta rojane ya jiyana min a siyasî di vê qonaxa girîng û hestiyar de ye.

Derbarê qonaxa 2003 heta 2016an, Serok Barzanî di pirtûka xwe de dibêje, ew 13 sal derfeteke nû û bêmînak bû bo Herêma Kurdistanê.

Her wiha got jî: Di vê heyamê de dezgehên Herêma Kurdistanê bihêztir bûn û bi damezrandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, vebûna zêdetir ji cîhana derve re peyda kir û bi rêya Serokatiya Herêma Kurdistanê, siyaseta giştî û serederiya ligel Iraqê hat dariştin.

Di pirtûkê de ji bilî nivîs û vegotinên Serok Barzanî, çendîn wêne û belge hene ku behsa çalakî, kiryar û biryarên Serok Barzanî dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:12:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x