Berhema Peter Turrini Şanoya Yekkesî 'Dawîya Dawî' êdî bi Kurdî ye

Nivîskar Asya xerzan a ku li Almanyayê dijî berhema Peter Turrini’yê navdar Dawîya dawî (ENDLICH SCHLUSS) wergerand Kurdî-Kurmancî. Ev berhem heya îro lî gelek zimanan hatiye wergerandin.

18.06.2022, Cts - 14:28

Berhema Peter Turrini Şanoya Yekkesî 'Dawîya Dawî' êdî bi Kurdî ye
Nuçe Belav bike

Şanoya yekkesi ji serî heya binî ji monolagan pêk tê, di şanoyê da ramana xwekuştinê weke rêyeke xelasbûnê derdikeve pêş. Kesekî di jiyana xwe de serketiye û buye xwedî her tiştî êdî ji wan kerixiye û dixwaze dawî li jiyana xwe bîne. Derî li ser xwe radide, kilîdê vedişê re, di quncikê oda tarî da heya hezarî dijmêre, gava digîhîje 999’an ji nişkeva disekine…

Peter Turrini, di 26ê Îlona 1944an de li Sankt Margarethen Karntenê ji dêya xwe bû. Dibistana destpêkê li Maria Saal xwend, dibistana navendî û akademîya bazirganîyê jî li Klagenfurt’ê. Peter Turrini ji 1971ê şûnde nivîskarekî serbixwe û xweser e; şano, senaryo, pexşan û helbestan dinivîsîne.

Ew bi rexnegirîya xwe ya civakî, nemaze jî di xebatên xwe yên destpêkê de, bi Leyîstikên Gel ên Provokatîf gelekî navdar e. Berhemên wî li zêdetirî sih zimanî hatine wergerandin û li seranserê cihanê şanoyên wî têne leyîstin.

Peter Turrini, Avûsturyayî ye û li Kleinriedenthal a nêzî Retz’ê dijî. Asya Xerzan, di sala 1974an de li Herêma Xerzan, li gundê Qorixê yê girêdayî navçeya Qubîna Batmanê ji dêya xwe bû.Dibistana destpêkê li Qorixê xwend, dibistana navendî li Oberkirchen Elmanyayê xwend. Asya Xerzan, sala 2016an di 24mîn Pêşbirka Wêje û Helbesta Kurdî ya Huseyîn Celebî de

Xelata yekemînîyê wergirt.Ji sala 1985an ve tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.

Berhemên wê: Dengê Bêdengîyê /Helbest /Weşanxaneya Sîtav / 2016 / Wan Dengê Bêdengîyê / Helbest / Wergera Soranî / Weşanxaneya Sîtav 2018 / Wan Asya Xerzan, niha ligel nivîsîna çîrokan, wergera ji Almanî bo Kurdî jî dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x