Çaremîn merasîma salane ya Mastê Qelatê birêve çû

Roja înê 12ê Gulana 2023an, bi diruşma "Bexşîn Kilîta Bexteweriyê ye" li gundê Hawar çaremîn merasîma Mastê Qelatê ya Kakekiyan birêve çû.

13.05.2023, Cts - 06:39

Çaremîn merasîma salane ya Mastê Qelatê birêve çû
Nuçe Belav bike

Di merasîmê de çend çalakiyên olî û hunerî birêve çûn, ligel bexşîna berhemên şîremenî ji hev re.

Ev merasîm boneyeke dîrokî ya kakeyiyên navçeya gundên Hawar û Hawarekon û Dereto ye li parêzgeha Helebceyê, beşdariya merasîmê wek erkekî tê dîtin.

Yek ji serperiştyarên merasîmê yê bi navê Asî Fayeq diyar kir: “Ji aliyên xelkê vê navçeyê ve, her sal di demsala biharê de birêve diçe, mebest jê bihêzkirina giyanê tebayî ye di navbera hev de, di vê boneyê de dixwazin ji me bibêjin ku îro em hemû wek malbatekê ne.”

Asî Fayeq dibêje: “Merasîma roja bexşînê yek ji rojên taybet ên Kakeyiyên parêzgeha Helebce yên li gundên Hawar û Hawarekon e, ku dîroka wê vedigere salên gelek kevn.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x