Ciwanekê Kurd kurtefilmekî li ser azadkirina bajarê Mûsilê çê dike

Ciwanên Kurd jî dikarin bi bernameya bihêz a Unreal Engine wekî xelkê welatên pêşkeftî berhemên enîmeyşin û 3D çê bikin.

10.12.2023, Paz - 17:42

Ciwanekê Kurd kurtefilmekî li ser azadkirina bajarê Mûsilê çê dike
Nuçe Belav bike

Ciwanekê Kurd bi navê Wilat Ebdal mijûlî parvekirina kurtefilmekê enîmeyşin e bi navnîşanê “Qijik”. Ev kurtefilm çîroka jihev-veqetiyana zaroyekî û seyê wî li bajarê Mûsilê di dema hatina çekdarên DAIŞê bo bajarê Mûsilê û derdora wê de vedigêre. Paşî bizavên Pêşmergeyên Kurdsitanê jî berçav dike, dema ku dixwazin wê deverê ji çekdarên DAIŞê pakij bikin.

Ev kurtefilm pênc deqîqe ye, tevlî festîvala navdewletî ya filmên 3D li bajarê Moskoyê yê Rûsyayê dibe û tê de hevrikiya wergirtina xelatê baştirîn kurtefilm dike.

Kurtefilmê Qijik bi rengekî hunerî yê 3D bi pêşkeftîtirîn bernameya wî warî ya bi navê Unreal Engine hatiye çêkirin, ku bernameyeka cîhanî ye û ji aliyê kompanî û stûdyoyên mezin ên cîhanî ve ji bo çêkirina karên enîmeyşin û çêkirina vîdyo yariyan tê bikaranîn.

Wilat dixwaze bi wî karê xwe hêz û şiyanên ciwanên Kurdistanê di warê 3D û vegêrana çîrokên Kurdî de nîşa cîhanê bide, destpêkek be ji bo ku em bikarin bi karên enîmeyşin û hunerî li ser astê cîhanê karên xwe bidin nasandin û bibe sedemek ji bo pêşkeftina warê enîmeyşinan li Kurdistanê.

Wilat Ebdal karê girafîk dîzaynê li Kurdistan24ê dike, derkeftiyê pişka endazyarî ya sîstema zanyaran e li Zannîgeha Polîteknîkî ya Hewlêrê û di warê xwe de kariye pêngaveke giring û mezin biçe pêş û şiyanên xwe di warê enîmeyşin û girafîkê de diyar bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:38:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x