Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir

Dengbêjê navdar ê Kurdê Êzidî Feyzoyê Rizo koça dawî kir.

08.11.2023, Çar - 14:32

Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Feyzoyê Rizo ku li bajarê Krasnodarê yê Rûsyayê dijiya, beriya 2 salan bi nexweşiya penceşêrê ketibû.

Di rojên dawî de rewşa tenduristiya wî xerab bûbû û îro serê sibehê ji nava me bar kir.

Agahiya mirina dengbêjê Kurd ji aliyê heskiriyên wî ve li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Tê gotin ku dê cenazeyê Dengbêj Feyzoyê Rizo, sibe li bajarê Krasnodarê dê bispêrin axê.

Feyzoyê Rizo kiye?

Dengbêjê Kurd, sala 1954an li gundê Vermezyarê yê Êrîwana paytexta Ermenistanê ji dayik bûye.

Ew biraziyê dengbêjên navdar Şêroyê Biro û Mecîdê Faris e.

Malbata Rizo ku Kurdên Êzîdî ne, pêşî koçî Îdirê kirin û piştî sirgûna 1915an berê xwe dan Ermenistanê.

Stranên Denbêjê Kurd, 26 salan bi rêya radyoya Êrîwanê li seranserê Kurdistanê belav bû.

Rizo piştî sala 2003yan beşdarî festîvalên ku li gelek bajarên Kurdistanê hatine lidarxistin dibe û bi Egîdî Cimo re derketin ser dikê.

Rizo jî bi Cimo re di fîlma Hiner Saleem a bi navê “Vodka Lemon” de cih girt.

Herwiha Dengbêj Feyzoyê Rizo, li pey xwe gelek berhemên wekî “Gede û Bavê Feqî”, “Hekîmo” û “Delaliyê”, “Destmalê”, “Oyy Oy Li Min”... hiştiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:00:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x