Derhênerê Kurd li Almanyayê di festîvala fîlman de xelata zêrîn wergirt

Derhênerê Kurd Pêşeng Elî yê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di Festîvala Kurtefîlman a One Shot de xelata zêrîn bi dest xist.

16.06.2023, Cum - 13:04

Derhênerê Kurd li Almanyayê di festîvala fîlman de xelata zêrîn wergirt
Nuçe Belav bike

Derhênerê Kurd Pêşeng Elî çîroka rêya koçberiya xwe û hevalên xwe ya ji Kobanî heta Almanyayê kiriye fîlm û beşdarî Filmfestival Max Ophüls Preis, Amsterdam Koerdisch Film Festival û One Shot Kurzfilmfestival bûye.

Pêşeng Elî li bajarê Saarbrucken ê Almanayayê di Festîvala Kurtefîlman a One Shot (One Shot Kurzfilmfestival) a 2023yan de bi filma xwe ya bi navê “3 Roj” xelata juriyê ya zêrîn Lyoner û 500 Euro bi dest xist.

Derhênerê Kurd Pêşeng Elî beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rûdawê bû û di derbarê xelatê û çîroka fîlma xwe de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Li ser fikra çêkirina filmê Pêşeng Elî dibêje “Penaberiya ku mirov tê de derbas dibe zû bi zû ji bîr nabe. Salek du sal di ser de herin tu nikarî ji bîr bikî her tim bi te re dimîne. Û tu dikaribî rojek were li serê biaxîvî û karekî wiha hunerî jê derxî ez tiştekî gelek girîng dibînim. Ji ber wê ji min re gelek giring bû wan rojên ku ez dê te derbas bûm, ew rêya min û hevalên min ku ez wiha derfetekî bidim wan tiştekî ji wan re çêkim ku ji bîr nebe.”

Elî diyar kir ku rêya wî ya ku tê de çûye Almanyayê dirêj bûye û di sala 2015an de ji Tirkiyê çûye Cezayîrê, ji Cezayirê çûye Merîbê, ji Mexrîbê çûye Melîla û 3 meh di kampeke Melîlayê de maye. Piştre ji Melîlayê derbasî Îspanyayê bûye, ji wê derê jî çûyea Parîsê û di dawiyê de xwe gihandiye Almanyayê. Herwiha Elî da zanîn ku wî ev rêya ku tê de derbas bûye kiriye fîlm.

Derbarê alîkariya çêkirina fîlm de jî Pêşeng Elî diyar kir ku ew niha li Zanîngeha Saarbruckenê derhênertiyê dxweyîne û wiha berdewam kir “Karên ku em dikin li zanîngehê profesor û derhênerên ku bi me re kar dikin hene. Gava ku fikrek li cem me hebe em bi wan re li serê kar dikin.”

Derhênerê Kurd Elî ragihand ku heta niha cihek tine ku fîlmê xwe li wê derê nîşan bide lê ew dixwaze eger derfet hebin ku rojek bê filma xwe nîşan bide û wiha got “Ji min re xewneke ku ez rojekê ji Kurdan re fîlman an rêzefîlman çêbikim. Gelek derhênerên me hene ku derfet ji wan re çêdibe dibêjin `min fîlmeka xwe li Almanya an Fransayê pêşkêş kir lê Kurdên me lê tinebûn`. Ev tiştekî balkêş e ji ber ku te fîlm li ser Kurdan çêkiriye, te ji Kurdan re çênekiriye. Ev jî sedemek e.”

Herwiha Elî bal kişand ser wê yekê yên ku di filmê de dilîzin ne hevalên wî yên ku bi wan re hatiye Almanyayê lê li şuna wan akteran bikar aniye û vê sedemê jî wiha tîne ziman “Min nexwest ez careke din ji wan kesên ku bi min re bûn bipirsim ku ez vê çîrokê yan vê rêyê li cem wan nû bikim.”

Derhênerê Kurd Pêşeng Elî da zanîn ku gelek projeyên wî hene lê hene ew li ser 2 kurtefîlman kar dike û hewl dide ji wan re sponsoran bibîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x