Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê ji bo zarokan navendeke çand û hunerê vekir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên xweyên ji bo xelkê Efrînê berdewam dike. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herî dawî navendeke rewşenbîrî bi navê “Navenda Barzanî ji bo Çand û Geşepêdanê” li Efrînê vekir.

04.07.2023, Sal - 19:10

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê ji bo zarokan navendeke çand û hunerê vekir
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê 04ê Tîrmeha 2023yan, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî navendeke rewşenbîrî ya bi navê Navenda Barzanî ji Bo Çand û Geşepêdanê ye.

Berpirsê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê yekê dike.

Berpirsê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Rewac Hacî dibêje “Bi palpiştiya Caritasa bajarê Essen (Almanya) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro li Efrînê navendek vekir ji bo pêşkêşkirina palpiştiyên rewşenbîrî û hunerî û herwiha di warê geşepêdanê de kar bikin. Ev navend li hemû bajarokan çalakiyan cîbicî dike. Herwiha bi tensîg digel navendên perwerdehiyê yên geşepêdanê dewrên taybet bo ciwanan vedike.”

Li Navenda Barzanî ji Bo Çand û Geşepêdanê û nivîsgehên ser bi wê, li navçeyên din ji Herêma Efrînê, ku di her heftiyê de 5 rojan kar dikin, dê çalakiyên rewşenbîrî, behre, pîşe, geşedan û fêrkirina Zimanê Kurdî hebin.

Hêvîn Ebdulrehman Mihemed got “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Navenda Barzanî ji Bo Çand û Geşepêdanê vekirine. Navend pir xweş e û li vê derê qîmeta me dizanin, weke dê û bavên me ne.”

Bi vekirina vê navendê welatiyên Efrînê kêfxweşiya xwe derdibirrin.

Welatiyê Kurd li Efrînê Nezîr Berekat anî ziman “Pîroz be, pir rind e ji miletê Efrînê û Kurdên Efrînê re. Em pir serbilind in bi vê navendê.”

Piştî erdheja 06ê Sibata 2023yan, roja 11yê heman mehê yekemîn karwanê alîkariyan ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbasî Efrînê bû.

Roja 12yê Sibatê jî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nivîsgeha xwe li Efrînê vekir.

Bi vekirina vê navenda rewşenbîrî, gaveke din ji bo alîkariya xelkên Efrînê hate avêtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:29:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x