Di derbarê 3 pirtûkan de biryara berhevkirinê!

Li Tirkiyê 3 pirtûkên derbarê kurdan de hatine nivîsandin, bi hêceta nîşaneyên “rêxistinên terorî” di nava xwe de digoncivînin hatin qedexekirin.

12.10.2017, Per - 07:05

Di derbarê 3 pirtûkan de biryara berhevkirinê!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera rojnameya Duvarê de cih digire tê gotin ku pirtûka Fehîm Taştekîn ya bi navê (Rojava Kürtlerin Zamanı) “Rojava/Dema Kurdan” pirtûka Faysal Dagli ya bi navê “Birakujî” û pirtûka Aytekin Gezicî ya bi navê ‘Dîroka Kurdan’ hatine qedexekirin.

Dadgeha Cezayê Sûlh ya Kolika Semsûrê di derbarê hersê pirtûkên navborî de biryara qedexekirina firtoinê û komkirina wan derxist.

Li gorî dadgehê ew pirtûk nîşaneyên rêxistinên terorî di nava xwe de digoncivînin.

Pirtûka Faysal Dagli di sala 1994ê de ji Weşanxaneya Belgeyê, pirtûka Aytekin Gezicî sala 2013ê ji Weşanxaneya Tukuyê û pirtûka Fehim Taşkin jî par ji Weşanxaneya Îletişimê der çûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1618 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x