Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de kurtefîlmeke Kurdî ji bo xelatê wek favorî tê dîtin

Li Stenbolê 42mîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku 7ê Nîsanê dest pê kiriye.

18.04.2023, Sal - 12:00

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de kurtefîlmeke Kurdî ji bo xelatê wek favorî tê dîtin
Nuçe Belav bike

Li Stenbolê 42mîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku 7ê Nîsanê dest pê kiriye, îro roja dawî ye. Di çarçoveya festîvalê de 134 fîlmên demdirêj û 29 kurtefîlm hatin nîşandan. Di Festîvala îsal de 84 welat bi 160 derhêneran beşdar in. Lê di festîvala îsal de fîlmên Kurdî kêm bûn. Fîlmekî demdirêj, belgefîlmek û du kurtefîlmên derhênerên Kurd di festîvalê de hatin nîşandan.

Îsal kêm fîlmên Kurdî beşdarî 42mîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bûn. Fîlmekî metrajdirêj, belgefîlmekî û du kurtefîlmên derhênerên Kurd di festîvalê de cih girtin. Kurtefîlma "Navnîşan" a derhêner Aram Dildar jî di festîvalê de hat nişandan û rastê eleqeya sînemahezan hat. Ji xeynî nîşandana fîlman gotûbêj û çalakiyên li ser sînemayê jî tê sazkirin. Nivîskara xelatgira Nobelê Annie Ernaux jî bû mêvana festîvalê.

Ji nav xirecir û qelebalixiya kolana herî mezin a Tirkiyê ji kolana Îstiklal a Stenbolê dema mirov berê xwe dide Sînemaya Atlasê kelecan û livûtevgerdariya festîvala fîlman heye. 42yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di bin siya hilbijartin û êşa erdhejan de di 7ê Nîsanê de dest pê kir.

Di çarçoveya festîvalê de 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlm di maweya 12 rojan de ji bo sînmehezan tên nîşandan. Festîval îsal di 14 beşan de, ji 84 welatan bi beşdariya fîlmên 160 derhêneran tê lidarxistin.

Berpirsê Festîvalê Ozan Kemaloglu dibêje: “Îsal fîlmên me yên di beşa pêşbaziya neteweyî de gelek derdikevin pêş û rastê eleqeyê tên. Her wiha beşa me ya ‘Tu li ku derê yî’ dildara min jî gelek eleqe dibine. Di wê beşe de pircureyiya zayendî heye.”

Kurtefîlma "Navnîşan" a derhênerê ciwan Aram Dildar ku li hin festîvalên Tirkiye û navneteweyî hêjayî xelatê hatibû dîtin jî derket pêşberî sînemahezan.

Derhêner Aram Dildar got: “Kurtefîlma min Navnîşan wê promiyera xwe ya li Stenbolê bike. Film li festîvalên navneteweyî geriya rastê eleqeyê hat û xelat jî girt. Fîlm behsa guhertina navên gundên Kurdan û wergerandina bo Tirkî dike. Em çîrokê bi awayekê trajikomik vedibêjin.”

Wekî her sal dîsa herî zêde xort û ciwan eleqe bi festîvalê nişan didin. Ji ber ku bihayê bilêtan ji bo xwendekaran 10 lire ye ew bi hêsanî dikarin fîlman temaşe bikin.

Xwendekara Zanîngehê Merve Irmak Kurt jî got: “Bi rastî ji ber ku bilêt biha ne ez zêde nikarim tevli çalakiyên wiha bibim. Lê di vê festîvalê de ji bo xwendekaran erzanî heye. Ez çalakiyên wiha çandî pir girîng dibinim.”

Sînemahez Mesut Yegenoglu jî got: “Ev 23 sal in ez vê Festîvala Stenbolê dişopînim. Îsal min ji Ewropa û Asyayê ji xwe re 6 fîlman hilbijart.”

Ji xeynî nîşandana fîlman gotûbêj û çalakiyên bi beşdariya derhêner, lîstikvan û ekîbên fîlman jî tê sazkirin. Festîvala Stenbolê ku li cîhanê yek ji festîvalên herî bi prestij tê dîtin; wê îro bi merasîma xelatdayîna fîlmên herî baş bidawî bibe.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:54:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x