Di Festîvala Gulberroj de çend fîlmên Kurdî tên nîşandan

Festîvala Gulberroj bo yekemîn car li Fînlandayê bi navê “Çand, Aştî û Sirûşt” tê lidarxistin û çendîn fîlmên Kurdî jî di festîvalê de tên nîşandan.

24.05.2023, Çar - 07:48

Di Festîvala Gulberroj de çend fîlmên Kurdî tên nîşandan
Nuçe Belav bike

Festîvala Fîlm û Wêne ya Gulberroj, festîvaleke fîlman a pirzimanî ye ku li ser mijara aştiyê hatiye avakirin. Di bernameyê de fîlmên ku li ser jiyana rojane, rewşa çandî û sirûtê û çîroka jiyana li derveyî şeran li Rojhilata Navîn hatine kişandin tên pêşkêşkirin.

Di festîvalê de, kurtefîlma Hîwa ya derhênerê kurd Mujgan Kawisî wek yek fîlm hat nîşandan. Fîlm bi Kurdî û bi jêrnivîsa Îngilîzî ye û 15 xulek e. Hîwa mamostayekî Kurd e ku behsa metirsiya windabûna zimanê Kurdî yê Kurdên ku di sedsala borî de koçberî Kalar û deşta parêzgeha Mazenderan a Îranê kirine, dike. Fîlm behsa qeyrana nasnameya zimanî dike û armanca wê jî, rêgirtina li ber windabûna çand û ziman e.

Balora fîlmekî din ê Kurdî ye ku behsa Balora Kurdî dike. Balora cureyek ji stranên kevn e ku ji aliyê jinên Kurd ve hatiye gotin û êdî hatiye jibîrkirin. Ev cureyê stranê bi teknîkeke cuda tê gotin, bi tiliyên li ser qirikê û bi rakirin û danîna tiliyan not tên guhertin. Derhênerê fîlmê Ebdul Xalîdî ye.

Damezrênerê Festîvalê Resûl Xurem da zanîn, di festîvalê de 20 kurtefîlm û filmên dirêj bi zimanên Kurdî, Farisî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Swêdî bên nîşandan. Ji bilî nîşandana filman dê çend panel li ser rexnegiriya filman bêne lidarxistin.

Biryar e ev festîval her sal li Fînlandayê bi hevkariya Muzexaneya Sosyolojiyê ya Helena Ravatavara were lidarxistin.

Festîval duhî 23.05.2023 dest pê kir û dê îro û sibe jî berdewam bike.

Hin navên fîlmên Kurdî yên beşdarî festîvalê bûne:

- Gav Bavêjin, derhêner: Mazin Şûrbayanî û Aryan Salih.

- Heft Semfoniyên Zagrosê, derhêner: Perwîz Rostemî.

- Nerm Wek Kanza, derhêner: Seywan Seidiyan.

- Pêncem Nêrgiz, derhêner: Serkewt Nîkdil.

- Mîrkut, derhêner: Sîdat Kiran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x