Di pêşbirka matîmatîkê de 6 zarokên Efrînî li ser asta 7 welatên Erebî bûn yekem

Şeş xwendekar li Efrînê, di kêbirkiyeke jimêryarî û matîmatîkê (bîrkarîyê) de, li ser asta 7 welatên Erebî, pileya yekem bidest tînin.

31.05.2023, Çar - 05:48

Di pêşbirka matîmatîkê de 6 zarokên Efrînî li ser asta 7 welatên Erebî bûn yekem
Nuçe Belav bike

Li gorî dîmen û zanyariyên ku ji mamoste û dibistana wan xwendekaran, ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin, ew kêbirkî di warê “jimêryariya hizrî” ya bîrkariyê de bû.

Mamosteyeke wan xwendekaran dibêje, bi sedema rewşa necîgir li Efrîn û Sûriyê, xwendekarên serkeftî, nikarîbû herin Misrê ji bo bi xwe li kêbirkiyê amade bibin.

Mamosteya bîrkariyê Du’a el-Başa got “Min û xwendekarên xwe beşdarî di Sêyemîn Kêbirkiya Erebî ya Jimêryariya Hizrî de kir, û spas ji Xwedê re me pileyên yekem bidest xistin. Heft dewletên Erebî di kêbirkiyê de beşdar bûn: Cezair, Misr, Iraq, Lubnan, Urdin, Siûdiyê û Tûnis. Kêbirkî xurt bû, spas ji Xwedê re me pileyên yekem birin. Tevî kêmbûna pirtûkan li ber dest, ji ber ku aniha li cem me tenê rêbaza (Ellimnî/ Min fêr bike) heye. Ezspasiya wan dikim, li ser rêbaza xurt ku dane dest me, heta me nasnavê `Qehremanê Qehremanan` bidest anî. Ji wan qehremanan: Mihemed Resûl Omer, Berfîn Zîbar, Navdar Mennan, Melakr El-Eşter, Fatima Mihemed û Xalid Murteda yê ji çîna 7 salî.”

Serkeftiyên vê kêbirkiyê, bi saya westan û rahênanê gihiştin pileya yekem.

Berfîn Zîbar Serkeftiya pileya yekem ji Efrînê dibêje “Materyalek li cem me heye bi navê `Jimêryariya Hizrî`, ez tê de pileya yekem derçûm,bi nasnavê `Qwhremana Qehremanan`. Pêwîstiya jimêryariya hizrî bi gelek rahênanê heye. Min pileya yekem li ser asta heft dewletan.”

Li ser asta heman dibistanê jî, xwendekarên serkeftî behsa bizava xwe dikin.

Xwedndekarê ji Efrînê Mihemed Îbiş anî ziman “Îro min bawernameya pileya yekem li ser asta dibistanê tevî wergirt. Ez westiyam û min berdewam rahênan dikir, heta min ev bawername bir. Spas ji Xwedê re.”

Bêhtirî 12 salan ji krîza Sûriyê, bandoreke mezin li ser zarok û xwendekaran kiriye, lê tevî wê rewşa aloz, zehmet û bêsrûber jî, hêj zîrek û behredar hene, kesûkar û welatê wan şanaziyê bi serkeftina wan dikin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x