Divê Zimanê Kurdî Li Kurdistanê Bibe Zimanê Fermî

21.02.2021, Paz - 13:25

Divê Zimanê Kurdî Li Kurdistanê Bibe Zimanê Fermî
Nuçe Belav bike

Îro 21ê Sibat e, Roja Zimanê Zikmakî a Cihanî ye.

Fişar li ser lî ser ziman û çanda Kurd îro jî berdewam e.

Rast e îro wekî berê axaftina Kurdî ne qedexe ye lê belê yên, ku diaxivin dikevine ber êrîş û gefa faşîst û şovenên Tirk.

Rast e îro di hinek zaningehan da bi zimanê Kurdî beş û navend û enstîtu hene, mamostayen Kurdî hatine perwerde kirinê, lê belê mamostan nayên tayîn kirinê, ji ber ku Kurdî ne zîmanê perwerdeyî ye.

Qenalekê televîzyonê a dewletê heye, bi Kurdî bername belav dike, lê belê qanalên taybet a Kurdî têne daxistin, pêşiya temaşê kirin li wan têne girtin mercek giran bi taybetî bona bernameyên zarokan têne danin û ji wan têne xwastin, ku giraniya bername wan divê bi Tirkî be.

Kovar, rojname û malperen Kurdî têne daxistin.

Dewleta Tirk, ku rola ziman di geşbûna nasnameya netewî da baş dizane, gelek xalên peymana Zarokan a Koma Miletan, bi taybetî padend bûn bi mafe perwerde bi zimanê zikmakî îmze nekiriye.

Dewleta asimilasyonist her usa pabendî Peymana Yekîtiya Ewropa a di vî ware da jî nine û bona cî be cî nekirina xalan gelek hencet nişan dide. Şuna ku pabendî peymana navnetewî be, pena bo “dersa Kurdî a hilbijartî û bi diravê” dibe.

Siyaseta asimilasyonê, ku dewleta Tirk li ser vê hatiye damezrandin, bi gelek şive berdewam e. Ji bona vê yekê parastina ziman û çanda Kurd erkê serekiya hêzên welatparêz e.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, carekî dinê zext û tedayên dewleta Tirk a li ser ziman û çanda Kurd yên eşkere û veşartî mehkum dike.

PSK, bi boneya 21 Sibat Roja Zimanê Zikmakî a Cihanê banga hêzên demokrat û welatparêz, saziyên sîvîl, ronakbîr, nivîskar, helbestvan, hunermend û kesayetiyên niştimanperwer dike, ku piştgiriya kampanyayê, ku ji aliyê sê gurub ve bona zîmanê Kurdî tê meşandinê bikin û têda beşdar bin.

Divê zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî!

Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxen perwerdeyiyê da bibe zimanê perwerde!

2i Sibat 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 630 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:44:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x