Doktor Jîjo ji Weşanxaneya NA derket

Ji weşanxaneya Kurd ya NA'yê pirtûkek dine ya zarokan hat çapkirin. Doktor Jîjo’yê ku nivîskara wê Sîya Sîtav e. Wêneyên taybet ji Merve Tunç çêkiriye. Pirtûk ji bo zarokên 4 salî heya 6 saliyan hatiye amadekirin.

24.08.2022, Çar - 12:52

Doktor Jîjo ji Weşanxaneya NA derket
Nuçe Belav bike

Weşanxaneya NA, di derbarê pirtûka nû de ev nêrîn daxûyandin:

Ji weşanxaneya me pirtûkek dine ya zarokan derket. Doktor Jîjo’yê ku nivîskara wê Sîya Sîtav e. Wêneyên taybet ji Merve Tunç çêkiriye. Pirtûk ji bo zarokên 4 salî heya 6 saliyan hatiye amadekirin.

Edebiyata zarokan a modern li ser sê esasên bingehîn ava dibe. Di edebiyata zarokan de ev hersê esas wekî mifteya pîvanên pedagojîkbûnê tên dîtin.

1. Li gorî zarokê bûn: Ev yek di derheqê pêşketina ziman û pêşketina zîhnî ya zarokê de ye ku ev jî têkildarî asta têgihiştin û serwextbûna zarokê ne

2. Perspektîfa Zarokê:

3. Rastiya zaroktiyê : Ev jî perspektîfa nava metnê ye, feraset û dinyaya zarokê ye.

Ev hersê têgeh tên vê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne gere bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne.

Doktor Jîjo jî li gorî van esasan; bi têgihiştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya wan hatiye nivîsîn û li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin. Ji xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina qalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye kirin.

Çîroka Doktor Jîjo li dora çûyîna doktor ava bûye. Wekî ku tê zanîn pirê zarokan naxwazin herin doktor û ji ortama nexweşxaneyan û ji doktoran ditirsin. Lê di Doktor Jîjo de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Ne ku tirs tuneye, tirs jî heye lê çareseriya wê jî heye. Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Ebadê pirtûkê 24x22

Kağız 150 gr kuşe

2022

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:14:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x