Şahmaran ku wek efsaneyeke mîtolojîk, remza hêvî û şîfayê tê zanîn û bêhtir li erdnîgariya Kurdan belav bûye, bi mebesta li platformên navdewletî baş were zanîn, li tevahiya dinyayê belav bibe li Stenbolê di pêşangeheke navdewletî de hat nîşandan.
Şahmaran an ku şaha maran ku serê wê jin, gewdeya wê jî ji maran e wek efsaneyeke mîtolojîk tê zanîn, li xan û mala gelek Kurdan wêneyê wê hatiye aliqandin, di helbest û awazên dengbêjan de jî tê behskirin li Stenbolê bi pêşangeheke berfireh hat nîşandan.
Di pêşangehê de 34 peykerên Şahmaran ku remza bereket û qencî ye ji aliyê 34 hunermendên cuda bi awayeke ji hev ciyawaztir hatin amadekirin.
Hunermend Haydar Akdag ji K24ê re got: “Min di vê berhema xwe de rengên pozîtîf bi kar anî da ku enerjiyekê li kesên berhemê temaşe dikin bê belavkirin. Bi vî awayî taybetmendiyeke erênî ya Şahmaranê û tesîra wê nîşan didim.”
Armanca pêşangehê ew e ku ev efsane û çîroka efsûnî ku zêdetir li ser erdnîgariya Kurdan tê zanîn li tevahiya dinyayê were belavkirin.
Dîrektora Pêşangehê Zeynep Helvaci dibêje: “Di platformên neteweyî û navneteweyî de danasîna Şahmaran baş nehat kirin. Şahmaran ji bo mirovahî peyamekê dide. Ji ber vê dixwazim Şahmaran ne tenê li erdnîgariya Mezopotamyayê li tevahiya cîhanê baş were nasîn û zanîn. Ev pêşangeha li Stenbolê jî ji bo vê mebestê pêngaveke girîng e.”
Kuratorê Pêşangehê Marcus Graf diyar dike: “Em çîrokekê ji vê herêmê bi vê pêşangehê li gor şertên serdema nû bi awayeke nûjen ji nû ve şîrove dikin. Em peyamên hêvî, şîfa, xiyanet û bawerî ku di çîroka Şahmaran de cîh digirin bi rêya hunerê digihînin mirovan. Pêdiviya me hemû mirovan bi şîfa û qenciyê heye, pêşangeh jî xizmeta vê pêdiviya mirovan dike.”
Peykerên Şahmeranên di vê pêşangehê de cîh digirin her yek heta 3 mehan li meydan û kolanên sereke yên li Stenbolê dê bên pêşandan û dahatên vê jî ji bo perwerdehiya keçikan dê bên dabînkirin. Bi vî awayî pêşangeh bo zarokan wê bibe qencî û şîfa ku wek remza Şahmaranê jî tê zanîn.