'Em dixwazin Kurdî li Tirkiye û Îranê bibe zimanê fermî'

Hevserokê PEN a Kurd Omer Fîdan diyar kir ku hewl tên dayîn ku dersên bijarte yên Kurdî asteng bikin û got “Em daxwaz dikin ku zimanê kurdî li Tirkiye û Îranê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.”

12.01.2023, Per - 05:38

'Em dixwazin Kurdî li Tirkiye û Îranê bibe zimanê fermî'
Nuçe Belav bike

Zaravayê Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî yên dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê de di çarçoveya dersa Zimanên Zindî û Zaravayê de ne.

Li dibistanên amadeyî pêvajoya hilbijartinê yên dersên bijarte di sala perwerdeyê ya 2023-2024an de dest pê kir. Xwendekarên ku dixwazin dersan hilbijêrin di vê heyama ku wê heta 20ê Çileyê dewam bike de dikarin serlêdanê bikin.

Hevserokê PEN a Kurd Omer Fîdan Beşdarî Bultane Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê hilbijartina dersa Kurdî de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Omer Fîdan diyar kir ku li gorî nifûsa kurd a li Tirkiyeyê hejmara mamosteyên kurdî yên tayînkirî gelekî kêm e.

Fîdan, da zanîn ku ew dixwazin li Tirkiyeyê hişmendiya parastina kurdî xurt bikin û got “Em wek PENa Kurd daxwaz dikin ku zimanê Kurdî li Tirkiye û Îranê bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê û di vî warî de xebatên xwe dimeşînin.

Çend xalên girîng ên nirxandinên Fîdan ên li ser mijarê wiha ne:

“Em dixwazin rave bikin ku li hemberî hewldanên krîmînalîzekirin û terorkirina zimanê Kurdî mafê herî xwezayî û herî însanî yê hemû Kurdan e.

“Ziman bêyî perwerdehiyê pêş nakeve”

Heya ku bi zimanekî perwerdehiya nefermî ya navendî nebe ev rastiyek e ku ziman nikare pêş bikeve, bi taybetî di nav zarokan de.

“Rêjeya xwendin û nivîsandina Kurdî zêde dibe”

Di van salên dawî de rêjeya xwendin û nivîsandina kurdî roj bi roj zêde dibe. Di nav lêkolînên ku di salên dawî de hatine weşandin, yên ji bo zarok û ciwanan hatine amadekirin para herî mezin in.

Di van salên dawî de hişmendiya ziman zêde bûye. Malbatên ku di salên 90'î de ji gundên xwe hatin derxistin û asîmîlekirin jî dixwazin bi awayekî li koka xwe vegerin û ji bo zarokên xwe hînî kurdî bibin dixebitin.

“Eleqeya zarokên kurd bo kurdî zêde dibe”

Em dibînin ku di nav pirtûkên kurdî yên çap û firotin de, yên ku ji bo perwerdeya Kurdî hatine amadekirin di rêza yekem de ne. Mirov hewl didin bi awayekî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin. Ji bo vê pirtûkan dikirin, ji zarokên xwe re jî pirtûkên perwerdehiyê dikirin. Ev jî nîşan dide ku eleqeya zarokên Kurdan ji bo zimanê Kurdî zêde bûye.

“Pir girîng e ku mamoste bi kurdî biaxivin”

Di dibistanên ku bi salane kurdî weke dijmin dihate dîtin jî mamosteyekî bi kurdî biaxive jî ji bo hilweşandina vê ferasetê gelekî girîng e.

“Hejmara serlêderên Kurdî nayê parvekirin”

Di salên ewil de ku dersên bijarte yên kurdî dest pê kirin, 20-30 hezar kesî serlêdana dersên bijarte yên kurdî kiribûn, di sala 2015an de ev hejmar derket 85 hezarî.

Daxwaza dersên bijarte yên kurdî roj bi roj zêde dibe. Li gel hemû serlêdanên me jî rayedaran bi giştî hejmara serlêdanan bi me re parve nekir.

“Dewlet hewl dide feraseteke cuda biafirîne”

Dewlet hewl dide fikra “Me perwerdehiya bi Kurdî pêşkêş kir, lê Kurd xwedî li wê dernakevin” belav bike. Polîtîkaya nû ya dewletê ev e, lê dîtin ku pêk nehat. Tevî hemû astengiyan jî bi hezaran zarokên Kurd serî li van dersan didin.

“Hilbijartina kurdî bi awayekî nefermî tê astengkirin”

Gava ku dêûbav dixwazin van der hilbijêrin bo awayekî ne fermî dibêjin `Mamoste nîn in, em nikarin vê kursê vekin ji ber ku hejmara serlêderan têrê nake, ger hûn dersa kurdî hilbijêrin dê bibe sedema pirsgirêka we, dibe ku hûn nebin fermanber, dibe ku pirsgirêk ji malbata we re derkeve.`

“Dema serlêdanan nehatin diyarkirin”

Ji bo pêşî li serlêdanan bigrin îsal Dema serlêdanan nehatin diyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:11:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x