ENKS: Aliyê li dijî vêxistina agirê Newrozê be, li dijî Kurd e

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) derbarê qedexekirina vêxistina agir û ahingên Newrozê ji aliyê PYD ê ve ragihand ku, aliyê li dijî vêxistina agirê Newrozê û pîrozkirina wê be, li dijî doza gelê Kurd e.

19.03.2017, Paz - 11:02

ENKS: Aliyê li dijî vêxistina agirê Newrozê be, li dijî Kurd e
Nuçe Belav bike

Duh, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li Kurdistana Rojava derbarê Newrozê cejna netewî ya gelê Kurd hin biryar derxistin, ji wan biryaran vêxistina agirê Newrozê li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Rojava qedexe kir.

Derbarê wan biryaran Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re ragehand ku, ew aliyê ku li dijî vêxistina agirê Newrozê ne li dijî projeya netewî ya gelê Kurdin, herwiha lki dijî hemû piransîpên demokarsiyê ye ne.

Wî berpirsê ENKS aşkere kir ku, PYD li Kurdistana Rojava li ser siyasetên xwe û kiryarên ne rewa berdewam e û heta niha nêzîkî 50 baregehên wan hatine girtin û ew karê di derheqê wan de tê kirin ne yasayî ye û xizmeta yekrêziya navmala Kurdî nake û nakokîyan zêdetir dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:53:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x