Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambugrê (HKFF) sibê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” destpê dike.

25.10.2022, Sal - 11:18

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê destpê dike
Nuçe Belav bike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ku cara ewil di sala 2005an de hat lidarxistin û îsal cara 13emîn tê lidarxistin, di 26ê Cotmehê de dest pê dike û heta 31ê cotmehê mazûvaniya 28 fîlmên Kurdî û biyanî bike. Ji wan fîlman 10 belgefîlm, 11 kurtefîlm û 2 fîlmên kartonî ne.

Festîval dê sibe saet 20:00an bi konsera Hîvron û bi nîşandana fîlma Mano Xelîl ya “Cîran”ê dê dest pê bike.

Endamê Komîteya Amadekar lîstikvanê Kurd Bîlal Bulut beşdarî bultena hunerî ya Rûdawê bû û derbarê festîvalê de zanyarî dan û got: “Ji bo festîvalê 94 fîlman serlêdan kiribû, lê me ji wan 28 fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtêfîlm hilbijartin û em dê wan di nava 6 rojan de nîşan bidin.”

Bîlal Bulut diyar kir ku dirûşma 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji berxwedana Rojhilatê Kurdistanê hate wergirtin.

Bulut diyar kir ku ji çar perçeyên Kurdistanê gelek fîlmên baş hene û da zanîn ku di festîvala îsal de dê fîlmên derhênerên Ukraynî û Efxanî bên pêşandan da ku ji bilî erdnîgariya Kurdistanê, balê bikşînin ser şer û wêraniyên ku li seranserê cîhanê berdewam in û hevgirtinê nîşan bidin.

Endamê Komîteya Amadekar diyar kir ku ji salên pêştir îsal xelateke taybet bi navê derhênerê Erhan Ors tê dayîn ku niha li Tirkiyê ji ber karên xwe yên sînemagerî girtî ye.

Herwiha di festîvalê de dê panelek jî li ser rewşa sînemaya Kurdî bê lidarxistin.

Di panela ku dê Mesut Alp û Veysî Altay wek axaftvan beşdar bibin de, sînemaya Kurdî di çarçoveya mafên mirovan û çanda di bin siya zilma dewletê de û rengvedana zilmê ya di sînemaya Kurdî de dê bê nîqaşkirin. Panel 30ê Cotmehê saet di 13.30an de li salano Mut Theater tê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:24:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x