Festîvala Amerîkî de belgefilma Kurdên Êzidî

Belgefîlmek li ser zilm û jenosîda ku terorîstên DAIŞê anîne serê Kurdên Êzîdî, di festîvala “AOF” ya Amerîkayê de tê nîşandan.

14.08.2017, Pts - 12:16

Festîvala Amerîkî de belgefilma Kurdên Êzidî
Nuçe Belav bike

Belgefîlma bi navê “Uunder Black” (Di Bin Reş De), ku ji aliyê derhênera kurd Şîrîn Cîhanî hatiye kişandin û ji aliyê Îsa Mêrgesorî ve hatiye çêkirin, dê di festîvala navdewletî ya “Action On Film Festival – AOF” de, ku rojên 17-16 vê mehê li bajarê Las Vegas yê Amerîkayê tê lidarxistin, were nîşandan.

Belgefîlma “Under Black” li ser wê zilm û jenosîdê ye ku hovên DAIŞê anîne serê kurdên êzîdî. Heyama fîlmê 24 xulek in. Li kêleka “Under Black” zêdetirî 50 fîlmên din jî tên nîşandan.

Produserê fîlmê Îsa Mêrgesorî li ser wê fîlmê gotiye, me ew belgefîlm ji bona wê yekê çêkiriye ku da cîhan bizanin û bibînin ka çi zilmek mezin li gelê kurd hatiye kirin û tê kirin û piştevaniya mafê rewa yê kurdan bo serxwebûn û azadiya xwe bikin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1772 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x