Filma Zagrosê xelata herî mezin a sînemayî ya Belçîkayê wergirt

Yekemîn fîlma dirêj a sînemakarê Kurd, Sehîm Omer Xelîfe ya bi navê "Zagros", di 44'emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê de, ku festîvala herî mezin a welatê Belçîkayê ye, xelata sereke ya "Grand Prix" bidest xist.

01.11.2017, Çar - 12:57

Filma Zagrosê xelata herî mezin a sînemayî ya Belçîkayê wergirt
Nuçe Belav bike

44'emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê , di navbera 10 û 20ê Cotmehê de li Belçîkayê birêve çû.

Di beşa pêşbirkê ya festîvalê de 12 fîlman hevrikî kirin û fîlma Zagros, ku tekane fîlma kurdî–belcîkîye bû di dîdoka festîvalê de, hêjayê xelata sereke ya "Grand Prix" hate dîtin.

Di festîvalê de derhênerê navdar ê îtalî Auelio Gîrmaldî serokatiya beşa pêşbirkê dikir. Herwiha derhênera navdar a îsraîlêi Ayten Fok aktrîsta navdar a îranî Leyla Hatimî, edîdora alman Juliya Lorenz, aktrîsta Holywoodê Greta Sakachi û aktor Arnold Valoys jî endamê lîjena dadwerî ya pêşbirkê bûn.

Film behsa şivanekî kurd dike

Fîlm çîroka şivanekî kurdê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Zagros vedigêre, ku pir hez ji hevjîna xwe Havîn dike. Ji bo Zagros Kurdistan beheşt e lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin Belçîkayê. Paşî Zagros jî biryar dide li pey wan de here derveyî welat.

Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan dibihîse û êdî weke berî jê bawer nake. Lewma dixwaze careke din vegere welêt. Dîmenên fîlmê piranî li Bakûrê Kurdistanê û herwiha li Yûnanîstan û Belçîkayê hatine girtin. Di fîlmê de aktor kesên xwedan ezmûn in.

Di fîlma Zagros de Yusuf Çetin, Feyyaz Duman, Suat Usta, Maaike Neuville, Halima Ilter û hunermendê navdar ê kurd Hozan Brader rol digrin.

Zagros berhemekî hevbeş ê Belcîka û Holandayê ye. Prodûserê sereke yê fîlmê Dries Phlypo û Sehîm Omer Xelîfe ne. Herwihga Jean-Claude van Rijckeghem û Sehîm Omer Xelîfe senaryoya wê amade kirine.

Ji aliyê din ve dê fîlma Zagros beşdarî 18emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Areskeyê bibe, ku dê di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Ares a Fransayê birêve biçe.

Di vê festîvalê de tenê 9 fîlm dikevin beşa pêşbirkê, ku Zagros jî yek ji wan e.

Dirêjtirîn fîlma derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe, dê 14emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dubeyê de jî bikeve pêşbirkê. Herwiha dê fîlma Zagros beşdarî 28êmîn Festîvala Filman a Stokholmê, 38emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Vîtronê û 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Ramadayê jî bibe.

Fîlma Zagors dê 15ê Mijdarê li sînemayên Belçîkayê de were nimayîşkirin.

Hêjayê gotinê ye ku derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, bi 3 kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê”, “Welatê Palewanan” û “Nêçîrvanê Xirab” 98 xelatên sînemayî bidest xist.

Du salan ser hev, kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” di nava 10 kurtefîlmên cîhanê de, namzetê Xelata Oskarê ya kurtefîlman bû. Niha jî endamê lîjneya nirxandina fîlman a Oscarê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x