Germ dertê asta herî bilind

Rêvebiriya Giştî ya Meterolojiya Tirkiye agahî da raya giştî û hemwelatiya hişyar kir. Wê pileya hewayê di rojên pêşiya me de bigihîje asta herî bilind ya 30 salên dawiyê.

28.06.2017, Çar - 09:49

Germ dertê asta herî bilind
Nuçe Belav bike

Meteorolojî di peyama xwe de dibêje: “Bi taybetî zarok û pîr bila di nava rojê de dernên derve. Bila herkes tiştên avî vexwe. Eger hin kes mecbûr bimînin derên derve, bila sîwana deynin ser serê xwe.”

Pisporên meterolojiyê dibêjin: “Wê piştî roja înê Îstenbol bigihîje 40 dereceyê, Antalya 42 û Îzmîr bigihîje 37 dereceyî. Germa Adanayê wê li dora 39 derece be.”

Niha germa Îstenbolê 34 derece, İzmir 37, Ankara 33 û Antalya 32 derece ye. Van bajaran ji bo li ber behrê ne û di hewa wan de rûtûbet heye, nahêle mirov bi rihetî nefesê bide û bistîne.

Li Kurdistanê jî ji niha ve germa Amedê gihaye 41 dereceyê. Elezîz 39 derece, Sêrt 39 derece û Riha gihaye 44 dereceyan. Heta xelkê Rihayê dibêje ku pileya germe gihaye 60 dereceyê lê bi fermî kes behsa vêya nake. Xelk ber bi ciyên hînik ve diçe. Eger derfetên wan têr bikin diçin bi aliyê zozanan ve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1768 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x