Hak-Par: Qedexekirina pîrozbahiya newrozê nayê qebûlkirin

Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR’ê, nerazîbûn ji bo qedexekirina çalakiya wan ya pîrozbahiya Newrozê ragihand.

19.03.2017, Paz - 06:36

Hak-Par: Qedexekirina pîrozbahiya newrozê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç, anî ziman ku ji ber 21’ê Adarê di nav hefteyê de ye, wan wek partî daxwaz kirine ku dawiya heftê li meydanê yan jî li salona konferansê pîrozbahiya Newrozê bikin û bi vê mebestê jî serîlêdana destûrê li Parêzgariya Diyarbekirê kirine.

Karakoç da zanîn ku pîrozbahiya wan hatiye qedexekirin, lê ewê wek partî wê qedexeyê nasnekin û bi gelê xwe re pîrozbahî bikin.

Serokê HAK-PAR’ê anî ziman ku partî û rêxistinên ku denge erê bikar tînin rê hemû derî vekirîne û ti astengî bo wan nayê derxistin, lê yên ku biryara dengê na bikar anînê girtine re her tişt qedexe ye.

Karakoç Bal kişand, ku divê qanûn û hiqûq bi awayekî 2 bendî tê neyê bicîhkirin û ger ku ji ber rewşa awarte qedexe hebe, divê ev qedexe bi awayekî wek hev bê birêvebirin.

Karakoç ragihand jî dê di 21’ê Adarê de, li kolanan û meydanan serdana gel bikin û pîrozbahiya newrozê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1718 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x