Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê, helbestvanên Herêma Kurdistanê Qubadî Celîzade, Kejal Ehmed û Mueyed Teyib helbestên xwe xwendin.
Helbestvanan ji bilî helbestên ku li ser bûyerên civakî û komkujiyên li Kurdistanê nivîsandine, helbestên evînî jî xwendin.
Di bernameya de helbestên bi zaravayên Kurmancî û Soranî hatin xwendin û her wiha helbest bo Tirkî jî hatin wergerandin.
helbestaav Mueyed Teyib di bernameyê de, helbesta “Zindan” ya ku ji bo Îsmaîl Beşîkçî nivîsandiye, xwend.
Civaknas-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, nivîskarê Kurd Jan Dost, Edîtorê Weşana Nûbiharê Suleyman Çevîk, nivîskar Nîhat Gultekîn, siyasetmedar Azad Cundiyanî û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûn.
Bername bi sohbetên amadevan û helbestvanan li ser helbest û wêjeya kurdî bi dawî bû.
Li ser navê Îsmaîl Beşîkçî, Serokê İBV'ê Îbrahîm Gurbuz palaketên rêzgirtinê pêşkêşî helbestvan kirin.