Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî HezKurd, di tevna civakî Twîtterê de 15 Gulan Cejna Zimanê Kurdî bi weşîna peyamêkî pîrozkir.
HezKurd, di tevna civakî Twîtterê de bi wesîleya 15 Gulan Cejna Zimanê Kurdî'de peyamekî ragihand û dibêje; "Em ê di roja 16.05.2022'an de saet 13:30'î de li ber postexaneya rex dadgeha Çaxlayanê bi daxwazên ku ji dibistana seretayî heya zanîngehê ji bo dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) di mufredadê de cîh bigrin û ji alîyên din jî ji bo ku 1800 mamosteyên ku liser beşên zimanê Kurdî perwerdebûne û pedagojîyê jî wergitine, mafê tayîna wan bête dayîn, ji Wezareta Perwerdehîyê re wê name bê şandin û piştre jî ji bo çapemenî bê pêşkêşkirin."
Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî-HEZKURD