HEZKURDê ji bo hilbijartina waneyên zimanê Kurdî dest bi xebatan kir

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo ku xwendekarên Kurd li dibistanên Bakurê Kurdistanê waneyên Zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin, dest bi xebatên xwe yên li qadan kir.

02.01.2023, Pts - 05:41

HEZKURDê ji bo hilbijartina waneyên zimanê Kurdî dest bi xebatan kir
Nuçe Belav bike

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, wek her sal, îsal jî pêvajoya dersên hilbijarî yên li dibistanên navîn dest pê dike. Ji bo ku hişmendiya ziman li pêş bikeve û xwendekarên Kurd li dibistanên Bakurê Kurdistanê waneyên zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin, HEZKURDê duh dest bi xebatên xwe yên li qadan kir.

Bi pêşengiya Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî û çalakvanên zimanê Kurdî yên HEZKURDê, duh li bajarê Mêrdînê xebata belavkirina belavokan dest pê kir.

Li gor destnîşankirina HEZKURDê, îro jî dê li navenda Mêrdînê û navçeya Nisêbînê xebatên wan yên agahdarkirin û teşwîqkirina gel berdewam be.

Tê zanîn ku HEZKURDê par ji bo hişyarkirin û teşwîqkirina xwendekar û malbatan, nêzîkî 280 hezar belavok belavkiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x