Hikûmeta Îranê pîrozbahiyên Newrozê asteng dike

Hikûmeta Îranê bi merc rê dide ku agirê Newrozê li parêzgeha Sine bê pêxistin û li parêzgeha Urmiyê jî molet nedane encûmena gundan ku agirê Newrozê bê pêxistin.

20.03.2017, Pts - 10:27

Hikûmeta Îranê pîrozbahiyên Newrozê asteng dike
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke xwecihî ji parêzgeha Urmiyê ji Rûdawê re ragihand ku navendên ewlekariyê yên Îranê çend rojan beriya niha endamên encûmena gundan ji bo qaymeqamî û navendên ewlekariyê vexwendine û daxwaz ji wan kirine ku nehêlin li gundên wê parêzgehê ahnegên Newrozê birêve biçin û diyar kir ku bi taybetî li wan bajarên ku hem Kurd û hem jî Azerî lê dijîn.

Hêzên ewlekariyê bi cilên sivîl li kolanan digerin.

Çavkaniyeke din jî Rûdawê re ragihand ku biryar e bêyî moleta navendên ewlekariyê yên Îranê li çend gundan agirê Newrozê bê pêxistin û pîrozbahî birêve biçin.

Her di derbarê dayîna moleta pîrozbahiyên Newrozê de mûxtarekî parêzgeha Sine jî ragihand ku berpirsên parêzgeha Sine bi du mercan dihêlin ku Newroz bê pîrozkirin, ew jî ew in ku divê Ala Kurdistanê neyê bilindkirin û sirûdên netewî neyêne xwendin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1581 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x