Hollywood fîlmê anarşîstên tevlî YPGê bûne, amade dike

Çîroka anarşîstên Amerîkayî yên ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de beşdarî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne, dibe fîlm.

24.03.2017, Cum - 15:27

Hollywood fîlmê anarşîstên tevlî YPGê bûne, amade dike
Nuçe Belav bike

Di fîlmê ku ji aliyê Daniel Espinosa ve were kişandin de lîstikvanê Amerîkayî navdar Jake Gyllenhaal wê rolê sereke bilîze.

Li gorî nûçeya Hollywood Reporterê fîlma çîroka anarşîstên Amerîkayî yên beşdarî YPGê bûne, tê kişandin. Hat diyar kirin ku senaryoya fîlmî wê ji aliyê Espinosa ve li gorî nivîsa Seth Harp a ‘Anarşîst û DAIŞ' ya li ser Rolling Stone were amadekirin. Senaryo wê ji çîrokên rasteqîn were girtin.

Di fîlmê de wê behsa ‘kolektîfeke anarşîst' a ku aktivîstên Amerîkayê yên di nava hêzên kurd ên li Sûriyeyê de avakirine, were kirin.

Amadekara fîlm Riva Marker di derbarê projeye de ev tişt gotin: "Bi taybetî di vê roja me ya ku îro têkiliyên me yên bi cîhanê re kêm in de, mijarên di derbarê lêgerîna nasnameyê de bala me dikişîne. Çîroka Seth li ser devberdana her tiştî ye ku wê yekê jî di şert û mercên herî dijwar de dike."

Di derbarê dema destpêkirina amadehiyên fîlm de tu agahî nehatin dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1647 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x