Ji bo Mem û Zînê ji Çînê hatin Cizîrê

Zavayê Çînî û bûka ji Erebistana Siûdiyê di bin bandora çîroka navdar a Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de, ji Şanghay a Çînê berê xwe dan Cizîra Bakurê Kurdistanê û çûne ser gora Mem û Zînê.

15.08.2022, Pts - 14:16

Ji bo Mem û Zînê ji Çînê hatin Cizîrê
Nuçe Belav bike

Akedemîsyenê Çînî “Neng Dong”, berî 5 salan bûye Misilman û navê xwe wek Nûredîn guhertiye û ligel keça ji Siûdiyê Yumna zewicî ye. Nûredîn, di dema lêkolînên xwe yên akademîk de “Ehmedê Xanî” û berhema wî ya navdar “Mem û Zîn” a bi Kurdî nas dike.

Nûredîn û Yumna ku eşqa xwe dişibînin a Mem û Zînê, bi armanca pîrozkirina yekemîn salvegera zewaca xwe ji bajarê Shanghay a Çînê ji 7 hezar kilometre dûr berê xwe dane warê Mem û Zînê, Cizîra Botan.

Yumna derbarê vê serdana xwe de ragihandiye, “Îro ji bo me rojeke girîng e. Yekemîn salvegera zewaca me ye. Ji ber wê, ev serdan ji bo me girîng û hêja ye.”

Nûredînê li Akademiya Zanistên Civakî ya Shangayê dixebite, biryar daye Mem û Zîna ku pêştir bo bi dehan zimanan hatibû wergerandin, wergerîne Çînî û bo vê armancê du sal in xebatên xwe dimeşîne.

Neng Dong anku Nûredîn xwe dide naskirin û dibêje, “Ez doktor akademîsyen Nûredîn. Ez li ser wergerên edebî kar dikim. Min Mem û Zîna ku orjînala wê bi Kurdî ye, ji tekstên Îngilîzî, Fransî û Tirkî wergerand Çînî. Min xwest beyt bi beyt wateya wê ya orjînal biparêzim.”

Cizîriyên ku Nûredîn û Yumna 2 rojan li mala xwe kirin mêvan, kêfxweşiya xwe li hember xebatên derbarê Mem û Zînê de tînin ziman.

Emin Evret welatiyê Cizîrî dibêje, “Ji Çînê mêvanê me hatibûn. Wek kesekî ji herêmê heta ji destê min hat, min alîkariya wan kir. Wergerandin û nasandina jiyana Ehmedê Xanî û ya Mem û Zînê bo cîhanê, bo me kêfxweşî û serkeftine.”

Yekemîn mesnewiya eşqê ya Mem û Zîn a ku ji 2 hezar 655 beytan pêk tê ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin û sala 1695an hatiye temamkirin, cara yekem sala 1919an li Stenbolê; cara duyem sala 1947an li Helebê û sala 1954an jî li Hewlêrê hatiye çapkirin.

Ev berhema Ehmdê Xanî heta îro bo gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin.

Neng Dong ê Çînî heta niha 2500 beytên Mem û Zînê wergerandine ser zimanê Çînî, piştî temambûna wergerê, vê carê dixwaze Dîwana Melayê Cizîrî ya bi Kurdî jî wergerîne ser Çînî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:00:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x