Kerim: Ala Kurdistanê ala hemû pêkhateyên Kerkûkê ye.

Li bajarê Kerkûkê merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê dest pê kir û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di gotarekê de ragihand, ku êdî dê Ala Kurdistanê li Kerkûkê li kêleka Ala Iraqê tê bilindkirin.

20.03.2017, Pts - 16:43

Kerim: Ala Kurdistanê ala hemû pêkhateyên Kerkûkê ye.
Nuçe Belav bike

Merasîma pêşwazîkirin li cejna netewî ya Newrozê li Kerkûkê jî birêve diçe. Di merasîma pîrozbahiya îsal a Newrozê de, bi hezaran hevwelatiyên Kerkûkê ji pêkhateyên cuda yên vî bajêrî beşdar bûne.

Di merasîma pîrozkirina Cejna Newrozê ya Kerkûkê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û rayedarên rêveberiya Kerkûkê û berpirsên partiyên siyasî amade bûne.

Biryar e, di merasîma îro ya li Kerkûkê de, agirê Newrozê were hilkirin û mezintirîn Ala Kurdistanê jî li Kerkûkê were bilindkirin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di merasîmê de gotareke kurt pêşkêş kir û tê de cejna Newrozê li tevahiya xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyên wê ve, û herwiha li xelkê Kurdistanê pîroz kir.

Necmedîn Kerîm di gotara xwe de amaje bi rola Pêşmergeyan di parastina Kerkûkê û tevahiya Kurdistanê de kir û ragihand, ku gelê Kurdistanê rêz û pêzanîn heye li hember têkoşîna pêşmergeyên qehreman, ku dijminekî weke DAIŞê têkbir.

Kerîm spasiya hemû partiyan jî kir, ku ji bo parastina parêzgeha Kerkûkê hewl dane û alîkariya wê parêzgehê kirine.

Parêzgarê Kerkûkê behsa hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê kir û got, êdî li Kerkûkê Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê kir û tekez kir, ku Ala Kurdistanê ala hemû pêkhateyên Kerkûkê ye.

Necmedîn Kerîm li ser nerazîbûnên hin aliyan li ser biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên saziyên fermî yên Kerkûkê jî axivî û got: “Bi wan kesan jî dibêjim, yên ku dixwazin aloziyan derxînin, Ala Kurdistanê, ala Ereb û Turkmenan e, berî ku Ala Kurdan be, çimku ew Ala Kurdistanê ye, Ala Kurdistanê jî ala hemûyan e.”

Kerîm di axavtina xwe de tekezî li ser berdewamiya pêkvejiyana navbera hemû pêkhateyên Kerkûkê û parastina wê pêkvejiyanê jî kir.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1668 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x