Komeleya Nûbiharê bi 4 zaravan kursên Kurdî vedike

Komeleya Nûbiharê ragihand, di demsala havînê de kursên Kurdî bi çar zaravên Kurdî vedike.

06.06.2022, Pts - 12:03

Komeleya Nûbiharê bi 4 zaravan kursên Kurdî vedike
Nuçe Belav bike

Komeleya Nûbihar ku baregeha wê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye, di bin Atolyeya Ziman de dîsa dest bi kursên nû yên Kurdî yên online dike.

Li gor daxuyaniyê, di kursan da zaravayên Kurmancî, Soranî, Zazakî û Kelhurî yên zimanê Kurdî hene.

Cara ewil e ku Komeleya Nûbiharê kursa taybet bi fêrbûna Zaravayê Kelhurî yê zimanê Kurdî saz dike.

Di daxuyaniyê de tê gotin,Komeleya Nûbiharê tenê ji bo jinan jî kurseke Kurmancî îlan kiriye û mamosteyê wê polê dê jin be.

Komeleya Nûbiharê bi salan e ku çalakiyên çandî û kursên ziman dide, Komeleyê piştî serdema Kursên Payîzê yên 2021ê, kursên zivistanê jî vekiribûn.

Heman komeleyê di serdema zivistanê de jî kurs vekiribûn û xelkê qeleqeyeke mezin nîşan dabû û gelek kes beşdarî kursê bûbûn.

Serdema Kursên Online yên Komeleya Nûbiharê ji 11ê Hezîranê heya 31ê Tebaxê ye û kesên ku bixwazin kursên Kurdî bibînin heya 10ê Hezîranê dikarin qeydên xwe çêbikin.

Kesên dixwazin navê xwe di kursên Komeleya Nûbiharê de qeyd bikin, dikarin têkilî bi Whatsapp & Tel. 05528467532 (Navbera saet 12:00-19.00) bikin an jî serdana malpera www.komanibihar.org bikin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x