Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê bernameya nû eşkere kir

Piştî ku duhî Walîtiya Stenbolê destûra çalakiyê da, sibê Newroz li herêmên cuda wê bi awayekî girseyî were pîrozkirin.

20.03.2017, Pts - 06:18

Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê bernameya nû eşkere kir
Nuçe Belav bike

Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê di daxuyaniya xwe de ragihand ku sibê li 3 herêmên cuda wê bi awayekî girseyî Newroz were pîrozkirin.

Yek ji endamê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Maarif Alparslan di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo destûrdayîna pîrozbahiyan me serî li walîtiyê da û niha em li benda biryara wê ne ku walîtî destûrê bide. Navçeyên bajêr wê bikaribin êvarê jî Newrozê pîroz bikin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê bi şêweyî ne:

Herêma Yekemîn — Taxa Hamidiye ya Sultanbeyliyê û Meydana Kartalê.

Herêma Duyemîn — Parka bajêr a Gazi ya Sultangazi û Meydana Karayollari ya Taxa Gaziosmanpaşayê.

Herêma Sêyemîn — Meydana Metro ya Taxa Kirazliya Bagcilarê û Taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:09:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x