Konferansa 'Jenosîd, Rengvedana wê di Wêje û Hunerê de' li Silêmaniyê tê lidarxistin

Konferansa “Jenosîd, Rengvedana wê di Wêje û Hunerê de” bi çavdêrî û amadebûna Wezîra Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemeyê Heme Seîd, îro li Silêmaniyê dest pê kir û du rojan berdewam dibe.

11.12.2023, Pts - 13:16

Konferansa 'Jenosîd, Rengvedana wê di Wêje û Hunerê de' li Silêmaniyê tê lidarxistin
Nuçe Belav bike

Peyamnêra K24 li Silêmaniyê da zanîn, 18 kes bi lêkolînên di çarçoweya çîrok, helbest û romanan de beşdarî konferansê bûne, da ku babetên di çarçoveya jenosîdê de bêne komkirin.

Peyamnêra K24 diyar kir jî, hejmarek hunermendên ku berhem li ser jenosîd û qirkirina gelê Kurd çêkirine, dê beşdarî konferansê bibin.

Şêwekar Bextiyar Helebceyî ku bi tabloyên xwe beşdarî konferansê bûye, ji ajansa K24ê re ragihand: “Ev konferans ji bo me wek gelê Kurd gelekî girîng e, ji ber ku em di warê belgekirinê de ne dewlemend in, bi taybetî di dema Enfalê de, konferansên wiha dikarin tiştên ku hatine serê Kurdan bi awayekî zanistî û hunerî belge bikin.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x