Kurdên Cihû Festîvala Kutilkan li dar xistin

Li Orşelîm a Îsralê Kurdên Cihû 8emîn Festîvala Kutilkan li dar xistin, festîvalê bala welatiyan kişande ser xwe. Bi dehan aşpêjên ji deverên cuda yên Îsraîlê kutilkên ku yek ji çêjên bêhempa yên mitbexa Kurdî ye amade kirin û di festîvalê de pêşkêşî mêvanan kirin.

07.07.2023, Cum - 06:03

Kurdên Cihû Festîvala Kutilkan li dar xistin
Nuçe Belav bike

Festîvala Kutilkan a ku îsal cara heştemîn li Mesbaret Zîon a li nêzî Orşelîmê hat lidarxistin di 4ê Tîrmehê de dest pê kir.

Welatiyên Îsraîlê eleqeyeke mezin nîşanî festîvala ku li Amfî Park a Şaredariya Mesbaret Zîonê hat lidarxistin dan.

Di festîvalê de cureyên cuda yên kutilkên mitbexa Kurdî hatin çêkirin.

Kutilka Hemo, Kutilka Hemûşte, Kutilka Doşav, Kutilka Helebî, Kutilka Pesac, Kutilka Matafoniye, Kutilka Pincar, Kutilka Bilxur, Kutilka Bamiyan, Kutilka Şifte, Kutilka Kundiran, Kutilka Zer, Kutilka Kivarkan û gelek cureyên din ên kutilkan ku ji aliyê aşpêjan ve hatin amadekirin pêşkêşî mêvanan hatin kirin.

Serokê Encûmena Mebasret Zionê Yoram Şîmon û Serokê Civaka Kurd li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef jî beşdarî festîvalê bûn.

Yek ji rêkxerên festîvalê Merav Rafeyî ji jerusalem.mynet re axivî û got, “Ev çalakiyeke çandî ya gelekî xweş e. Di festîvalê de 20 standên xwarinê hatin vekirin û ji çar aliyê welêt nêzî 20 hezar kes hatin xwarin û tamên Kurdî bibînin.”

Merav Rafeyî da zanîn ku ji bilî kutilkan, pelên rezan û xwarinên din ên Kurdî jî li ser standan hatin danîn.

Di çarçoveya çalakiyê de stranbêj Îtzik Kala li amfî şanoya şaredariyê stran gotin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:59:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x