Kurdên Cihû yên ku li Îsraîlê dijîn Cejna “Seyranê” pîroz kir.
Cihû her sal di navbera 9 û 16ê Çiriya Pêşîn de, Cejna Sukkotê “Seyranê” pîroz dikin.
Li gorî baweriya wan, Cihû 40 salî li çolan di bindestiya Misirê de mane.
Kurdên Îsraîlê di cejna Seyranê de, li Parka Sacherê ya li paytext Orşelîmê civiyan.
Serokê Civata Kurdên Îsraîlê Yahuda Ben Yosef jî beşdarî çalakiya îsal bû.
“Me li Zaxoyê jî ev pîrozbahî dikir”
Yosî Zakanê ku malbata wî salên 1950yî ji Zaxoyê koçberî Îsraîlê bûye got:
“Beriya em koçber bibin, me li Zaxoyê jî ev pîrozbahî dikir. Me bi Musevî û Kurdên din re li dahol û zirneyê dixist û govend digerand.
Cejna me hemûyan pîroz be. Slav li Kurdên hemû cîhanê.”
Haham Ben Wadeuker jî diyar kir ku ev cejn parçeyekî girîng ê çanda Kurdên Cihû ye.
Di çalakiyê de stranên Kurdî hatin gotin, govend hat gerandin û berhemên gelêrî yên Kurdan hatin pêşkêşkirin.
“Xwezî em tim yek bûna”
Serokê Civata Kurdên Îsraîlê Yahuda Ben Yosef got:
“Ez beşdarî vekirina cejnê bûm. Ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Cejna Seyranê, cejna hevgirtina di navbera mirov û cîhanê de, di navbera mirov û mirov de ye. Xwezî em tim yek bûna.”
Siysetmendar Yahuda Ben Yosefê ku malbata wî sala 1930î ji Dihokê koçber bûye, di hilbijartinên îsal ên Îsraîlê de yek ji berendamê serokatiya şaredariya Orşelîmê ye.
Cejna Seyranê ya sala borî ya ku li Parka Sacherê ya Orşelîmê hat lidarxistin, wekî festîvalê hat pîrozkirin û gelek kes beşdar bûn.
Herwiha “Kone Kurdistanê” ji bo danasîna Kurdên Cihû û Kurdistanê hatibû vedan.
Kurdên Cihû pêşî di salên 1910-1940î de û paşê jî bi piranî piştî sala 1950î li Îsraîlê bi cih bûn.
Kurdên ku piraniya wan ji herêma Behdînanê ya Herêma Kurdistanê çûne, di beşên girîng ên wekî çandinî, avadanî û tûrîzmê de çalak in.
Tê texmînkirin ku li Îsraîlê, 300 – 400 hezar Kurdên Cihû hene.