Kurdên li Îsraîlê ‘Cejna Sukotê’ mîna festîvalekê pîroz dikin

Kurdên li Îsraîlê dijîn di Cejna Sukkotê de bi navê “Seyranê” festîvalek li dar xistin.

12.10.2022, Çar - 09:50

Kurdên li Îsraîlê ‘Cejna Sukotê’ mîna festîvalekê pîroz dikin
Nuçe Belav bike

Yahudî her sal di navbera 9 heta 16ê cotmehê de, ji bo bi bîranîna rizgarbûna ji bindestiya Misrê, ku çil sal li çolan derbas kirin, Cejna Sukkotê pîroz dikin.

Di vê cejnê de cihû ji bo hefteyekê malên xwe terk dikin û li konên bi navê Sûka dijîn.

Kurdên Cihû yên li îsraîlê dijîn, cejna ku ev 2 sal in bûn ji ber coronayê dihat paşxistin, îsal bi organîzekirina festîvalekê bi ruhê Newroz pîroz kirin.

Gelek kes beşdarî “Festîvala Seyranê” ya ku li Parka Sacher a paytext Orşelîmê hat lidarxistin bûn. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin. Herweha “Kone Kurdistanê” ji bo danasîna Kurdên Cihû Kurdistanê hat vedan.

Ji van rojên, ku ji bo carek din spasiya parastina Xweda tê pîroz kirin, bi navê "Hol Hemoed" tê gotin.

Di cejnê de, ku heft roj û heft şevan berdewam dike, her tiştê ku li malê tê kirin, wekî xwarin, îbadetên olî û pêşwazîkirina mêvanan di konên bi navê sûkayade ku bi taybetî ji bo vê cejnê hatine amadekirin pêk tên.

Kurdên cihû pêşî di salên 1910-1940î de û paşê jî bi piranî piştî 1950î li Îsraîlê bi cih bûn. Kurdên ku piraniya wan ji herêma Behdînan a Herêma Kurdistanê ne çûne, di beşên girîng ên weke çandinî, avadankirin û tûrîzmê de li xwedî bandor bûn.

Tê texmînkirin ku di qasî 300 hezar Kurdên Cihû li Îsraîlê dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x