Li Amedê di serdema Rewşa Awarte de yekemîn pîrozbahiya Newrozê

Amadehiyên Newrozê yên îsal ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) organîze dike wê li Amed û 21 bajar û navçeyan were pîrozkirin.

21.03.2017, Sal - 07:27

Li Amedê di serdema Rewşa Awarte de yekemîn pîrozbahiya Newrozê
Nuçe Belav bike

Gelê Amedê piştî 2002an di Rewşa Awarte de wê bibe yekemîn car ku Newrozê pîroz dike. Li 33 herêman amadehiyên pîrozbahiyê hatibûn kirin, lê waliyan ji xeyrî pîrozbahiyên 21ê Adarê destûr neda û li 12 herêman pîrozbahî hatin betalkirin.

Newroza 2016an a Amedê di binê bayê operasyonên ewlehî û qedexeyên derketina derve de hatibû pîrozkirin. Êrişên mitînga HDPê, Pirsûs û Gara Enqereyê xelk ji meydanan dûr xistin û bi tirsa ku wê êrişên bombeyî din bibin, xelk kêm beşdarî Newroza 2016an a Amedê bibûn. Herwiha şer û pevçûnan jî bandor li tevlîbûna Newrozê kiribû.

Di Newroza 2013 û 2014an de nameyên Abdullah Ocalan hatibûn xwendin û Newroz bi awayekî girseyî û bi coş hatibû pîrozkirin. Di salên 1990î de di şertên Rewşa Awarte de Newroz bêdestûr hatibûn pîrozkirin, lê Newroza 2017an ya pêşî ye ku di Rewşa Awarte de bi destûrî dê were pîrozkirin.

Bi sedhazaran însanên herêmê ku di nava wan de siyasetmedar, hûnermend, şagirt, jin, zarok û hemû beşên civakê hene tevlî pîrozbahiyên Newroza Amedê dibin.

Tê pêşnîkirin ku di pîrozbahiya Newroza Amedê de Berdevkê HDPê Osman Baydemir û Serokê Şaredariya Bajarê Mêzin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk axaftinekê pêşkêş bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1776 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x