Li Bakur bi tayînkirina 50 mamosteyên nû hejmara mamosteyên zimanê Kurdî dibe 129

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê îsal ji bo zimanê Kurdî 50 mamoste werin tayînkirin.

25.03.2023, Cts - 11:28

Li Bakur bi tayînkirina 50 mamosteyên nû hejmara mamosteyên zimanê Kurdî dibe 129
Nuçe Belav bike

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê îsal ji bo zimanê Kurdî 50 mamoste werin tayînkirin. Ev biryar ji aliyê sazî û rêxistinên zimanê Kurdî ve bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin. Nûner û rêveberên saziyên zimanê Kurdî dibêjin, wan dixwest ku bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî bêne tayînkirin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lîsteya kontenjanên mamosteyan ragihand. Li gorî biryara nû, di 2023an de ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin. Halê hazir 79 mamosteyên zimanê Kurdî hene. Bi tayînkirina 50 mamosteyên din ev hejmar dê bibe 129.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî dibêje; tayînkirina 50 mamosteyan hejmareke gelek kêm e lê belê dîsa jî ew vê biryarê bi keyfxweşî pêşwazî dikin û dixwazin ku ev hejmar were zêdekirin.

Şerefxan Cizîrî ji K24ê re ragihand: “Xwezî ne 50 bûna, 500 bûna, xwezî hêj zêdetir bûna. Em piştgiriya tayînkirina mamosteyan dikin. Pirsa zimanê kurdî ne pirsa hilbijartinê ye; pirseke mafên mirovan e, pirseke prensîbî ye. Her kes bi zimanê dayîka xwe perwerde dibe em jî dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin. Hilbijartin têne û diçin.”

Ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakur bibe zimanê fermî û perwerdehiyê sazî û rêxisinên ziman helmetan birêve dibin. Bi hezaran xwendekarên ku ji bo dersa hilbijare serlêdana xwe dikirin gilî û gazindan ji kêmbûna mamosteyan dikin.

Li gorî ragihandina Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer, îsal li seranserê Tirkiyê 45 hezar mamoste dê werin tayînkirin. Rêveberên Hereketa Zimanê Kurdî HezKurd’ê dibêjin; ji 45 hezar mamosteyan tenê 50 Mamoste bo zimanê kurdî têne tayînkirin û ev hejmareke gelek kêm e û ew çaverê ne ku bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî bêne tayînkirin.

Berdevk û Rêveberê HezKurdê Barij Celalî ji K24ê re diyar kir: “Ev biryar ji bo mamosteyên me ku bi salan e ked û emek dane, derçûne lêbelê nehatine tayînkirin gelek baş e. Di vî warî de kê kar û xebat kiribe, em spasiya hemûyan dikin. Her çiqas em di destpêka kar û xebatên ziman de bin jî em dizanin divê xebatên baştir bêne. Ev hejmar her çiqas kêm be jî em piçûk nabînin.”

Di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayînkirinê yên namzedên mamostetiyê dê bêne wergirtin û piştî encamên ezmûna nivîskî û devkî û di 8ê Gulanê de jî dê encamên tayînkirinê bêne ragihandin. Mamosteyên ku nû bêne tayînkirin di Îlona 2023an de dê dest bi kar bikin.

Di nava 20 salên dawîyê de milyonek û 200 hezar mamoste hatine tayînkirin. Piştî ku ev 50 mamoste jî bêne tayînkirin hejmara mamosteyên kurdî dibe 129. Ango ji milyonek û 200 hezar mamoste ji bo kurdî tenê 129 mamoste têne tayînkirin. Hêvî û daxwaz ew e ku li gorî nifûs û daxwaza Kurdan mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x