Li Cîhanê tenê 7 kes wî zimanî dizanin û yek Kurd e

Niha li ser asta cîhanê tenê 7 kes mane ku bi zimanê Urartuyî dizanin û yek ji wan jî Mihemed Emîn Kuşman e ku ev zêdetirî 60 sala ye zêrevaniya Keleha Urartuyan dike.

07.01.2023, Cts - 19:44

Li Cîhanê tenê 7 kes wî zimanî dizanin û yek Kurd e
Nuçe Belav bike

Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di serdemên kevin de weke paytexta şaristaniya Urartuyan bû. Tevî derbasbûna bi hezaran salan jî, şûnûwarên dîrokî yên Urartuyan li Wanê têne dîtin.

Mihemed Kuşman ê 82 salî bi rêya xwendina keviran û şûnwarên kolandî gelek zanyariyan li ser yasa, zagon û şêwaza jiyana dewlet û civaka Urartuyê dizane ku carinan jê re Mîrektiya Araratê jî tê gotin.

Şehrezayê Ziman û Nivîsîna Bizmarî Mihemed Kuşman wiha behsa xwe dike: “Navê min Mihemed e û nasnavê me Kuşman e. Ez sala 1940 li Badêya Wan, Gulpiner Aspeşniş Çewştepe ji dayik bûm. Hinek şûnwarnas ji Stenbolê hatin vir da şûnwarên deverê lêkolîn bikin. Ez jî çûme ba wan û min navê xwe nivîsî. Paşê me bi hev re kar kir. Heyama hefteyekê heta 10 rojan derbas bû me kevirek dît. Nivîs li ser bû. Yê ku ez pê re dixebitîm navê wî Profesor Afîf Erzen bû. Wî nizanîbû nivîsê bixwîne. Min jî jê re got: `Nivîs zehmet e`. Min jê re got: `Gelo nabe ez jî hînî xwendina wî zimanî bibim?` Got: `Na, ev pir zehmet e`. Paşê tîm çû û ez jî çûm Keleha Wanê. Dîwarên Keleha Wanê tijî nivîs in. Lê min nizanîbû kîjan ji wan xeta Aşûrî ye û kîjan xeta Urartûyî ye. Paşê ez çûm Îranê û min hinek ji wan kevirên nivîsandî anîn. Paşê ez çûm Ermenistanê û dûre Sûriyê, min ji wir hinek kevirên din anîn û yên ku li Tirkiyê jî bi dest min ketin, min hemû kom kirin. Paşê min di nava sê salan de alfabeyek dirust kir. Piştre ez ji Enqerê ve hatim xwestin û ji bo semînerekê çûm û li wir zêdeyî 20 profesoran li wir bûn, dibe ku zêdetir bûn jî. Li min kom bûn û destxweşî li min kirin. Ez paşê vegeriyam û min lêkolîn li ser ziman kir. Min nêzîkî 22 salan li ser fêrbûna zimanê Urartû kar kir. Di wê demê de min karî fêrî 650 peyvan bibim û wateya wan bizanim. Ez piştre jî çûm Stenbolê û li wir jî ez hînî hinek tiştên din kirim û ez paşê vegeriyam û min li vir li ser keviran dinivîsîn û difirotin û min bi dahata wê zarokên xwe şandin zanîngehê ji bo xwendinê. Niha dibe 60 sal ku ez li vir hem kar dikim û hem lêkolînê."

Li ser kevir û keresteyên hişk wan tîp û peyvan dikole ku nivîsa mirov û civakên berî nêzîkî 3 hezar salan bû. Niha li seranserê cîhanê 38 kesan dikarin bizanin Kuşman li ser refên vê odeya berteng çi nivîsîye. Lê nivîsên wî ji bo wan kesan jî giring û biqîmet in ku tiştekî li ser xetên bizmarî nizanin.

Kuşman dibêje: “Li vir kar û pîşeya min kevir in. Ez keviran çêdikim. Bermayên ku ez wan çêdikim, ez wan difiroşim û pereyan qezenc dikim. Hewldana min li vir e. Ez li vir lêkolînan dikim. Ez keviran ji Amedê tînim, fena bazalt û sarpantîn. Her kesek bixwaze û pereyan bide, dê berhemê bibe û here. Ev pirtûka min e, min bi xwe nivîsiye. 60 sal in ez lêkolînan dikim. Ev jî alfabe ye, A B, ango alfabeya Urartuyan, ev jî hejmarên wan in, hejmarên wan in li ser kevir. Her wiha dikarin herin li derve kevirekî bibin ku nivîs heye. Ev jî xwedayê wan yê mezin Xalidî ye. Min bi xwe ev dirust kiriye. Êdî ez li ser vê kar dikim û karê min ev e.

Min hewl da hin kesan fêrî karê xwe bikim, lê nehatin û gotin ev zehmet e ne karê me ye. Nivîs ji bo fêrbûnê pir zehmet e. Yê ku temenê wî di navbera 12-25 salan be û karê din neke û hemû bala xwe bide ser fêrbûnê, dikare di nava 5-6 salan de fêrî ziman û nivîsê bibe. Lê nabe rojekê bixwîne û rojeke din here karê xwe. Ev serkeftî nabe, divê tenê vê bike."

Rêveberê Geştyarî yê Şaredariya Wanê Muxlis Kaya: "Bê guman Mihemed Kuşman ji bo me pir biqîmet e. Karên ku li ser şaristaniya Araratê dike, karên pir giring in. Bi taybetî karên ku li ser nivîsa bizmarî ya Mîrektiya Araratê dizane ji Wanê re giranbiha ne. Em behsa mamostayekî xwe dikin ku temenê wî 80 sal borandiye. Lê belê em nikarin bi awayekê çalak wî deynin ser kar. Ew dersa nivîsa Araratê dide, ango em sûdê jê nabînin derbarê Araratê jibo sektora geştyarî."

Ew mêrikê 82 salî bi rêya xwendina kevir û şûnwarên kolandî gelek zanyarîyan li ser yasa, zagon û şêwaza jiyana dewlet û civaka Urartûyê dizane ku carinan wek Mîrektiya Araratê jî tê binavkirin. Ew dewleta ku di sedsala nehem a berî zayînê de nêzîkî Gola Wanê hat avakirin û salên gelek desthilatdarên reha yên deverê bûn. Heta niha jî nivîsên li ser keleh û cihokên kevnar û kevirên kolandî nola çîrokbêjan ji nifşên vê sedsalê re diaxivin. 11 zarokên Koşmarî hene. Lê tenê kurekî wî mîrat ji bavê xwe wergirtiye û şehrezatiya wî ya pejirandî di nivîsa bizmarî de heye. Niha ji bilî Mihemed û kurê wî, li ser asta Tirkiyê 6 kesên din dikarin xetên bizmarî bixwînin û pê binivîsin.

Şehrezayê ziman û nivîsîna bizmarî Kuşman got: "Dibe ku berî 30-40 kesan li cîhanê ziman û nivîsa Urartûyan zanîbûn ji ber li zanîngehan fêrkirina ziman û nivîsa Urartûyan nebû. Di demekê de ku xwendina aşûrî, Somerî û Hîtotoyan li hinek zanîngehên Tirkiye û cîhanê hebûn, lê Urartî nebû. Lewma niha em tenê 7 kes mane ku ziman û nivîsa Urartî dizanin, di demekê de ku temenê min 82 sal e û ji tevaya wan her 7 kesan ez yê herî ciwan im. Lewma Wezareta Rewşenbîrî min dişîne derveyî welat û ez 5 salan li pey hev li Amerîka li Los Angelesê beşdarî Konferansa ziman û nivîsa Urartşûyî bûm. Her wiha li Almanya, Holenda û Belcîkayê semîner û konferansên me di vî warî de hebûn. Heger ne ji ber nexweşiya min bûya, em dê biçûna Japonyayê jî û li wir jî konferansa me hebû.

Nivîsên li ser keviran zêdetir behsa şeran, peymanan, êrîşan, xercî û şûnwaran dikin. Her wisa qala dab û nerît û dawet û gelek tiştên din dikin. Hikûmeta wan yek e û hevgirtî bûn. Opozsiyon nebû, 69 xwedawendên wan hebûn, sê xwedawendên wan pir mezin bûn. Navê mezintirînê wan Xalidî ye. Xalidî xwedawendê dewlet û cengê bû. Piştî wî jî xwendawendê Teîşeb tê ku xwedawendê bayê ye. Yê sêyemîn jî xwedawendê rojê ye. Yên din jî xwedawendên biçûk in û her kelek xwedawendekî wî yê biçûk hebû, kel ango girekî biçûk yê bi dest çêkirî."

Xetê bizmarî kevintirîn şêwaza nivîsê li cîhanê ye ku dîroka wê vedigere berî 3 hezar û 200 salan û li şaristaniya Mezopotamyayê peyda bûye û Urartûyan giringî pê dan. A ku pir giring e di vê şêwaza nivîsê de ew e ku piştî bikaranîna alfabeta bizmarî, nêzîkî 600 hêman bi kar anîne ji bo derbirîna her birge yan peyvekê û her nîşanekê dengekê xwe yê taybet heye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Kuşman got: "Berî Aşûriyan dewleta Hîtît hebû. Hîtît dewleteke mezin û bihêz bûn. Wan nivîsa bizmarî afirand. Paşê Aşûrê ji wan fêr bûn û bi kar anîn. Urartû jî ji Aşûriyan fêr bûn û bi kar anîn. Paşê Sumeriyan nivîsa heroglîfî bi kar anîn ku ji Misrê anîbûn û kevntirîn nivîs e li Misrê. Paşê dîin gelên din wek Hîtît, Aşûr û Urartû nivîsa bizmarî bi kar tînin, lewma wan jî dev ji nivîsa heroglîfî berda û bizmarî bi kar anîn û bû zimanê nivîsê yê tevaya deverê. Kesên biyanî têne vir, ji Amerîka, Awusralya, Keneda, Ewropa, Japonya û deverên din, min hembêz dikin, min maç dikin û pir ji min hez dikin."

Rêveberê Geştyarî yê Şaredariya Wanê Muxlis Kaya: "Em dixwazin pira têkiliyê di navbera niha û dîroka Araratê de dirust bikin. Bi vî rengî jî em şûnwar û dîroka Araratê didin nasîn. Em xelkê xwe hişyar bikin bê Araratê çi dewlemendiyek e. Em Araratiyan nola bapîrên xwe dibînin. Pala me jî wiha ye em wê dewlemendiyê li ser dewlemendiyên sektora xwe ya geştyarî zêde bikin."

Di heman demê de Kuşman got: "Ji Keleha Wanê re digotin Tuşpa. Li ba wan pir giring bû û paytexta wan bû. Mîna Bexda, Tehran û Enqereyê jê re digotin Başkend (paytext) Tuşpa. Gelek nivîsên bizmarî lê hene. Her wiha ji bilî Keleha Wanê, li Eyans, Anzaf, Sûriye, Iraq, Îran û Ermenistanê jî heye."

Berî 60 salan Mihemed tenê dixwest zimanê keviran fêm bike, lê paşê tiştekî giringir jî fêm kir, kifş kir ku nivîsa dewleteke kevnare hîna dikare nanê jiyana wî di sedsala bîst û yekem de dabîn bike.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:47:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x