Li Denmarkê keçeke Kurd weke ciwana herî bi şiyan hate xelatkirin

Li Denmarkê keçeke Kurd a bi navê Dîlber Salih Şêxo ya ji Rojavayê Kurdistanê di warê şiyanên ciwanan yên kulturî de hate xelatkirin.

12.10.2022, Çar - 07:36

Li Denmarkê keçeke Kurd weke ciwana herî bi şiyan hate xelatkirin
Nuçe Belav bike

Li Denmarkê keçeke Kurd a bi navê Dîlber Salih Şêxo ya ji Rojavayê Kurdistanê di warê şiyanên ciwanan yên kulturî de hate xelatkirin. Dîlber Salih bang li keç û xortên Kurdan kir û dibêje “Ez bi hêvî me keç û xortên me yên Kurd li her derê li ser xwe bixwebitin û kulturên gelên din fêr bibin ji ber ku em Kurd, em gênc degê xelkê xwe ne.”

Keça Kurd a bi navê Dîlber Salih Şêxo ku xelka bajarê Kobaniyê ye, ji ber xwedî şiyan û çalakiya wê ji aliyê şaredariya bajarê Nordfund ê Denmarkê ve hat xelatkirin.

Komîteya şaredariya ya xelatê ragihand ku Dîlber, ciwaneke gelekî çalake û di warê çandî, hunerî, muzîk û şanoya ciwanan de, gelek karên hêja kirine û bi serketiye.

Dîlber Salih li bajarê Otterup jî rêvebera şanoya ciwanan e û di senfoniya Karl Nîlson de jî, li kemanê dixe.

Keça Kurd a serkeftî Dîlber Salih derbarê xelat û karên xwe de ji Rûdawê re axivî û got “Di sala 2015an de ez û malbata xwe hatin Denmarkê û piştre me dest bi xwendinê kir. Ez dê di salên bê de di Zanîngeha Odenseyê de dest bi endezyariyê bikim. Ji dema ku ez hatime Denmarkê, ez diçim şano û muzîkê.

Hefteya derbasbûyî min xelata yekemîn ya kesên herî jêhatî û aktîv ya şaredariya Nordfundê wergirt. Ji bo sê tiştan ev xelat dan min. Di sala 2021an de ez rêvebera şanoya gêncan ya bajarê me bûm û ez diçim dibistana muzîkê li wê derê fêrî muzîk û notayê dibim û li bajarê Odensê di senfoniya gêncan a bi navê Karl Nîlson de li kemanê dixim.

Ji wexta ku em hatin Denmarê ve ez û malbata xwe bavê min, xwiş û brayên minên biçûk grûpeke me ya muzîkê heye. Em li muzîkê dixin û bi pir zimanan stranan dibêjin.

Ez keçeke Kurd im, ji Kobaniyê me û bi vê xelatê pir serbilin dim û ez bi hêvî me keç û xortên me yên Kurd li her derê li ser xwe bixwebitin û kulturên gelên din fêr bibin ji ber ku em Kurd, em gênc degê xelkê xwe ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x